Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye
- aborî-ked
- 09:09 11/10/2018
Li Licê ku tim qedexeya derketina derve tê îlankirin, pevçûn, operasyon û bombeberan pêk tên piraniya rezan hişk bûn, lê ên hişk nebûn jî berdariya wan kêm bûye. Li navçeyê berê wextê ser mehsera nêzî mehekê dewam dikir, lê niha di rojekê an jî du rojan de karê ser mehsera diqede.