500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
- aborî-ked
- 10:13 12/1/2019
Esnafên kolana Sakarya yên Amedê bi sedema ku xizmeta jêrzemînê baş nayê kirin, rê û ronahiya kolanê xerabe ye diyar kirin ku dê nêzî 500 esnaf derabeyên dikanên xwe daxin.
Esnafên kolana Sakarya yên Amedê bi sedema ku xizmeta jêrzemînê baş nayê kirin, rê û ronahiya kolanê xerabe ye diyar kirin ku dê nêzî 500 esnaf derabeyên dikanên xwe daxin.
Ekonomîst Ozgur Muftuoglu, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê beriya hilbijartinê ji bo "Ranta Siyasî" pêş bixe, li gel ku krîza abori jî dîsa pereyan li sermayadar û KOBÎ'yan belav dike. Muftuoglu, destnîşan kir ku şûna pereyên ku ji qasa dewletê derkeve dê bi pereyên ji bêrîka gel derxe tije bike.
Dildara Meclîsa ÎSÎG'ê Asli Odman, diyar kir ku di sala 2018'an de di cinayetên karî de hezar û 923 karker mirine. Odman, bilêv kir ku ev karker tenê 'hêla çiyayê qeşayê ya dixuyên' e û ji ber ji bo ewlehî û tenduristiya kar tu çavkanî nayên veqetandin ev hejmar her sal zêdetir dibe.
Sendîkaya KESK'ê beriya hilbijartina rêveberiya herêmî helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê diyar kir. KEKS'ê bi civîna çapemeniyê diyar kir ku ew Rêveberiya Herêmî ya demokratik, şeffaf, wekheviya zayendiya civakî, azadîparêz û ekolojîk diparêzin.
Serokê Komeleya Akdenîz Ortu Alti Uretîcîlerî Tansel Îzgî, diyar kir ku ji ber barana zêde ji sedî 70'yê serayên li Mêrsînê di bin avê de mane û got: "Tim dibêjin em ê piştgiriyê bidin cotkaran, lê belê tu piştgirî nayê dayîn. Niha gelek erd beyar in. Ji sedî 40'ê cotkaran dev ji vî karî berda."
Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin, kirin û 4 karker binçav kirin.
Ji karkerên jin Zubeyde Çataltepe, diyar kir ku ew li rêyên krîza aborî derbas bikin digerin û got: “Tundiyar li ser jinan, ji krîza aborî ne pir cudaye.” Tugba Acar jî, anî ziman ku ew krîza aborî dinava malê de bêtir hîs dikin.
Bi destpêka sala nû re zemê dest pêkir. Benzîn û mazot zem dibe. Tê payin ku benzîn îşev û motorîn jî heta pêncşemê zem bibe. Tê diyar kirin ku benzîn dê 15 quriş û mazot jî 10-15 quriş zem bibe.
Li Mêrdînê, îsal ji ber baranê 450 hezar donim garis nehat çinîn. Serokê Odeya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî, destnîşan kir ku eger piştgiriya cotkarên li herêmê neyê kirin dibe ku sala bê erd neyên ajotin.
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bal kişand ser heqê herî kêm (asgarî) û diyar kir ku zêdebûna heqê herî kêm (askarî) zêde bandora xwe li ser meaş nekir. Kemalbay, anî ziman ku zem li ser zemê hat û pirsa "Heqê askerî kêm bû an zêde bû? pirsî. Kemalbay, da zanîn ku li gorî 1603 TL her çend wekî zêde bûye xuya bike jî, lê j ber zemê heyî debara karkeran her ku diçe dijwar dibe.
Her çend meaşê kêmtirîn (asgarî) 417 lîre hatibe zêdekirin jî, lê belê dîsa jî welatî ji ber krîza aborî û enflasyona zêde nikarin xweşikî debara xwe bikin. Welatiyan bilêv kir ku bi bihakirina ceryab, av û zexîreyan, ji zema li meaşê kêmtirîn hatiye kirin bêtir ji wan tê stendin.
Karkerên Balafirgeha 3’yemîn ên tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin, diyar kirin ku ji ber ku polîtîk bûn rastî gelek zextan hatin, di girtîgehê de pirtûk û rojnameyên ji wan re diçûn nedidan wan û gotin: “Piştî em ji girtîgehê derketin, em bi pirsgirêkên bêkariyê re rû bi rû man.”
Mêrsîniyan bilêv kir ku êdî ji ber bihabûna tiştan û krîza aborî ew dest vala ji bazarê vedigerin.
Karker di sala 2018’an de jî li qadan bûn. Bi kûrbûna krîza aborî re karker jî ji karên xwe hatin derxistin. Karkeran mehkûmî xebatek bêewle dikin. Hêza kirînî daketiye nîvî. Karkerên li dijî kedxwariyê di sala 2018’an de li ber xwe dan. Karker diyar dikin ku dê di 2019’an de jî li ber xwe bidin.
Aborîzan Kûrtar Tanyilmaz diyar kir ku di pirsgirêka kurd da israrkirina "polîtîkaya ewlehiyê" û mudaxilbûyîna şerê li Sûriyeyê wê di budçeya 2019'an de xerckirinên ji bo parastin û ewlehiyê zêde bin û wê ji ber van xerckirinan krîza aborî kûrtir bibe.