Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
- aborî-ked
- 15:55 29/3/2021
Karkerên di depoya Mîgrosê de, dixebitîn ji bo ku paşve vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz kom bûn. Polîsan mudaxileyî karkeran kir û 22 kes binçav kirin.
Karkerên di depoya Mîgrosê de, dixebitîn ji bo ku paşve vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz kom bûn. Polîsan mudaxileyî karkeran kir û 22 kes binçav kirin.
Qeyûmê berê Faîk Arican, "projeya Taşkopruyê" bi 25 milyon TL'yî dabû ber îhaleyê. Piştî 4 salan qeyûm Sînan Davûtoglû jî îhaleya hemaan projeyê bi 31 milyon TL'yî da heman fîrmayê.
Endamên KESK’ê bang li desthilata AKP’ê kirin û gotin heta hevalên wan ên bi KHK’ê hatin îxrackirin venegerin ser karê xwe û heta hesaba neheqiyên tên kirin neyê dayîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Li Enqereyê karkerên înşeatê ku di sar û seqemê de rojê bi 140 TL'yî dixebitin, anîn ziman ku mehê 5-10 roj kar bi dest wan dikeve û nikarin debara xwe bikin.
Şandeya HDP’ê ku bernameya xwe ya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ ên li Artvînê temam kir, ji aliyê welatiyên ku bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin ve bi horonan hatin bi rê kirin.
HDP’î di çarçoveya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de bi masîvanên Hopayê re hatin gel hev. Rêveberê Malagel a Kemalpaşayê Kamîl Ûstabaş ku HDP’iyan ew ziyaret kir, ev peyam da: “Divê em dest ji cudayiyên siyasî berdin û xwe çawa bi rêxistin bikin biaxivin.”
Karkerê 22 salî Ercan Şeker ê ku duh ji înşeatê ket û jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan ê di bernameya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ a navçeya Hopayê de axivî û diyar kir ku wê 2 rojan pirsgirêkên xelkê Behra Reş guhdar bikin û hewl bidin ku çareser bikin.
Meşa KESK’ê ya ji Stenbolê ber bi Enqereyê de dest pê kir. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku meşa wan qêrîna “êdî bes e” ye.
Li bajarê Agîriyê her roja diçe bêkarî û xizantî zêdetir dibe. Welatiyên ji pêşerojê bi fikar in, diyar kirin ku sedema hemû pirsgirêkan AKP ye û gotin: “Divê ev ji ser serê me biçin.”
Karkerên Şaredariya Bakirkaya Stenbolê bi armanca karê bi ewle û peymana TÎS'ê bixwazin meşiyan avahiya şaredariyê û gotin “Mafê me yê peymanê nayê astengkirin."
Prof. Dr. Mûstafa Altıntaş diyar kir ku di guhertina çavkaniya Serokê Bankaya Navendî de “dewleta şexsê min” heye, tayînkirina nû jî nabe çareserî û bi bîr xist ku fatore ji gel re tê birîn.
Muzîkjenên enqereyî diyar kirin ku di dema pandemiyê de gelek hevalên wan xwe kuştine û bang li hevpîşeyên xwe kirin û gotin: "Ji dêvla ku em xwe bikujin, em vê pergala kapîtalîst bikujin."
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, di 1'emîn kongreya Asayî ya Aksarayê de axivî û destnîşan kir ku ji ber Serokê Banka Navendî yê berê Naci Agbal hesabê 130 milyar dolarî pirsî û got "130 milyar li ku ye?" ji peyvirê hatiye avêtin.
Piştî ku Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal ji peywirê hat girtin, dolar duh bi şev derket 8.40 TL’yî. Piştî biryara guhertinê ya Serokkomariyê windabûna di TL de bû ji sedî 11.