Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!

img

AMED - Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê gelek pirtûkên der heqê wan de biryara komkirinê tune ye weke “fikaredar” destnîşan kir. Nivîsên ku navê Abdulah Ocalan tê de derbas dibin, qala îşkenceya polîsan û komkujiyan dikin û hinek beşên ji pirtûkan hatine girtin jî weke hinceta qedexeyê hatin nîşandan. 

Serokatiya Lijneya Perwerdeyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Erziromê, bi hincetên cuda pirtûkan nade girtiyan. Piraniya pirtûkên nayên dayin jî der heqê wan de tu biryarên komkirinê yên dadgehê tune ne. Lijneya perwerdeyê, xala 12’emîn a “Talîmata pirtûkxaneyan” weke hincet nîşan dide. Peyvên “Kurdistan” û “Çiya” yên di pirtûkan de jî weke hinceta nedayina pirtûkan tên nîşandan. Serlêdanên girtiyan ên ji bo 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Erziromê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê jî hêj biencam nebûne. 
 
PIRTÛKÊN ‘FIKAREDAR’ 
 
Pirtûkên Ferhat Aksoy ên “Dîroka Giştî ya Kurdan (Kürdlerin Genel Tarihi)”, “Qêrineke Bêdeng Rindêxan", “Eslê Kurdan Kurdên proto û Mîtanî (Kürtlerin kökeni proto Kürtler ve Mitanniler)” û “Ji Osmaniyan Heta Roja Me Kurd (Osmanlıdan günümüze Kürtler”nehatin dayin. Ji bo van pirtûkan tu biryarên dadgehê tune ne. Hat îdiakirin ku pirtûkên behsa xeberê “fikaredar” in. 
 
Di lêkolîna lijneyê de, ji bo peyva “Di sedsala 19’emîn de Dewleta Osmanî li ser gelê Kurd zext dikir, gund dişewitand, gel dîl digirt û serê wan jê dikir” ku di rûpelên 198-199’emîn ên pirtûka “Dîroka Giştî ya Kurdan” de cih digire, îdiaya “fikaredar” hate kirin. Lijneyê bi domdarî îdiaya “(...) bêbextî li dîroka me hatiye kirin.” Ji bo gotinên “Di sedsala 19’emîn de Dewleta Osmanî ji bo serdestiyê li Kurdan bike li dijî Kurdan şer daye destpêkirin û hewl da Kurdistanê bixe bin destê xwe” ku di rûpelên 210, 211 û 212’emîn ên heman pirtûkê de cih digirin jî îdiaya “Hewl dan dîroka me reş bikin.” 
 
HINEK GOTIN KIRIN HINCETA ASTENGKIRINÊ 
 
Serhildana Agiriyê û Komkujiyên Zîlanê ku di rûpelên heman pirtûkê yên di 213, 216, 217, 218, 223, 356 û 363’yan de cih digirin jî weke “gef” hate nirxandin. Ji bo agahiyên têkildarî komkujiyê de îdiaya “îftîra” hate kirin. Lijneyê, îdia kir ku di naveroka pirtûkê de “mînakên neyînî” hene. Derxistina beşên “fikaredar” a ji weşanê û piştre dayina pirtûkan jî bi hinceta “zeafiyeta ewlehiyê” nehatine qebûlkirin. 
 
Pirtûka “Eslê Kurdan Kurdên proto û Mîtanî” jî bi hinceta ku hinek beşên parastinên Abdullah Ocalan tê de hatine dayin, weke “fikaredar” hate nirxandin. 
 
Pirtûka “Ji Osmaniyan Heta Roja Me Kurd” jî bi hinceta ku biryara komkirinê heye, hinek gotinên pirtûkên cuda tê de cih digirin, rexneyên têkildarî Komkujiya Ermenan, pişaftin û ji bo bajarê Erziromê gotina “Vîlayeta Erziromê ya di nava sînorên Kurdistanê de” hate astengkirin û nedan girtiyan. 
 
Pirtûka "Qêrîneke Bêdeng Rindêxan" jî bi hinceta ku qala polîtîkayên pişaftinê dike, “fikaredar” hate dîtin. 
 
PEYVA ‘ÇIYA’ WEKE ‘PESINDAYINA RÊXISTINÊ’ HAT HESIBANDIN
 
Pirtûka “Çiya” ya ji girtî Mazlum Aksaç re hatiye şandin, tevî ku tu biryarên “komkirin” û “desteserkirinê” tune bûn jî di 17’ê Gulana 2024’an de bi hinceta “fikaredar e” nehate dayin. Ji bo peyvên qedexekirina Kurdî, îşkenceyên poLîsan ên li dijî welatî û zarokên Kurd jî weke hinceta “fikaredar e” hatin nîşandan. 
 
Hevoka “Çiya, hevaldost bû. Çiya, bi qasî wan xayin û bêsiûd nebû” jî weke “pesindayina rêxistinê” hate nirxandin. 
 
Pirtûka “Ji Spartekus Heta Mazdek Dîroka Azadiyê (Spartaküs’ten Mazdek’e Özgürlük tarihi)” ku ji girtî Mujdat Akten re hatibû şandin jî bi hinceta ku gotinên Abdullah Ocalan û hinek beşên pirtûka wî tê de cih digirin, nehate dayin. 
 
‘ÎLHAM’ GIRTIN SÛC E! 
 
Pirtûkên “Mehşera Modernîteyê (Modernite’nin mahşeri)”, “Qanûna Îlahî û Civaknasî (İlahi Kanun ve Sosyoloji)”, “Heqîqeta Civakî (Toplumsal Hakikat)”, “Bikene ey Dêrsim (Gülümse ey Dersim)”, “Ji Bo Me Mirin Nîne (Bize ölüm yok)”, “Bîreweriya Min (Hatıratım)” û “Roja Cisaretê Mahîr Çayan (Cesaretin Güneşi Mahir Çayan” jî “fikaredar hatin dîtin. Lijneyê îdia kir ku dayina van pirtûkan dê rê li ber “zeafiyeta ewlehiyê” veke. 
 
Di heman demê de pirtûkên nivîskar Metîn Aktaş ên “Yezda”, “Çiyayê Burseyayê (Burseya Dağı)” û “Segvan (Nişancı)” ku ji girtî Hummet Denîz re hatibûn şandin jî nehatin dayin. Di biryarê de hate gotin ku “li ser berga pirtûkê rengên alaya YPG’ê temsîl dikin hene û di berga piştê de jî stêrk heye” û bi vê hincetê nehate dayin.  Têkoşîna YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê weke “pesindayina YPG’ê” hate nirxandin. Pirtûka “Çiyayê Burseyayê” jî bi hinceta rexnekirina êrişa artêşa tirk a li dijî Efrînê jî bi hinceta “gotinên nerast hene” hate astengkirin. 
 
Pirtûka “Segvan” jî bi hinceta nirxandina “serhildana azadiyê ya gelekê tune dihat hesibandin” û nirxandinên têkildarî serhildana Şêx Seîd nehate dayin. 
 
MA / Mujdat Can 
 

LÊGERÎN

Ji bo 737encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

14:58 Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
14:47 Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
14:09 Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
14:08 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
14:00 Di merasîma dîrokî de çi qewimî?
13:24 Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê
12:09 Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin