MÛŞ - Fîlîz Karakaş ku 30 sal berê li Gimgimê dest bi esnafiyê kir û esnafa jin a ewil a navçeyê bû, got: “Dema em hatin li sûkê tu esnafên jin tune bûn. Gelek zext li ser me hebûn lê em bi ser ketin.”
Welatiya bi navê Fîlîz Karakaş a li navçeya Gimgimê ya Mûşê dijî, 30 sal berê li navçeyê dest bi esnaftiyê kir. Cara ewil bû li navçeyê jinekê esnafî dikir. Fîlîz Karakaşê tevî bertek û zextên civakê jî karê xwe domand. Fîlîz Karakaşê ku tevî dayika xwe dest bi bazirganiyê kir û kargeha xwe ya cilan vekir, got: “Ji me re gotin ‘Hûn jin in, hûn nikarin bikin. Hûn çima dixebitin. Herin li mala xwe rûnin.’ Me jî guh neda tu kesekî û tevî dayika xwe me xwe li ser pêyan girt û ev kar kir. Em hêj jî dikin. Ez behsa 30 sal berê ji we re dikim. Dema em hatin li sûkê tu esnafên jin tune bûn. Gelek zext li me hatin kirin. Bavê min mirovekî pir têgehiştî bû. Her tim ji me re digot ku hûn dikarin xwe li ser pêyên xwe bigirin û vî karî bikin. Her tim digot 'Şêr şêr e çi jin e çi mêr e.’ Lewma jî di têgihiştin û rast û dirûstiyê de bavê min her tim bo me bû pêşengek.”
'EM HER TIM DIBÊJIN JIN, JIYAN, AZADÎ’
Fîlîz Karakaşê diyar kir ku jin dixwazin azad bijîn û axaftina xwe wiha qedand: “Hewce nake illa hêzek li pişt jinan be. Bila netirsin, biwêrek bin. Tundî li jinan tê kirin. Mêr naxwazin jin tiştekî bikin û pêş bikevin. Dixwazin her tim bindest bin. Lê jin dikarin bikn. Em dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’ û dibêjin ku jin azad in. Jin, xwedî îrade ne. Ji ber zexta civakê xwe paşve dikişînin. Em dikarin vê têk bibin. Êdî ne mîna berê ye. Hevşaredarên me, encumen, wekîlên me hene. Dema em wan dibînin em bêhtir hêz digirin. Em ê xwe bêhtir bihêz bikin. Bêyî ku tu caran di bin zexta tu kesan de bimînin, em ê bi îradeya xwe bibêjin ‘ez heme.’ Ji ber ku jin tê wateya kedê, tê wateya jiyanê. Ji bo vê ez her tim dibêjim ‘jin, jiyan, azadî.’”