AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir

img

ENQERE - AKP'ê rapora der heqê pêvajoyê de amade kiribû pêşkêşî Meclisê kir.

 
AKP’ê rapora ku ji bo Komîsyona li Meclisê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû amadekirin, pêşkêşî Sekreteriya Giştî ya Meclisê kir.
 
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mûstafa Şen, Serokwekîlê Komê Abdulhamît Gul û Serokê Komîsyona Edaletê Cuneyt Yuksel pêşkêş kir.
 
Rapor, ji 63 rûpel û ji 15 sernavan pêk tê.