Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû

img

ENQERE - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û TÎP’ê sibê dê saet di 16.00’an de bicivin.

 
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol sibe dê bi Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) re bicivin. Civîn sibe dê li Meclisê saet di 16.00’an de pêk bê.
 
Şandeya Îmraliyê berî vê civînê dê li Meclisê saet di 14.00’an de bi AKP’ê re bicive. Civîna bi CHP’ê re ku taloq bûbû, dê di 22’yê Kanûnê saet di 12.00’an de pêk were. Civîn dê li Navenda Giştî ya CHP’ê pêk bê.