CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir

img

ENQERE - CHP’ê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê radestî Komîsyona Meclisê kir. Di raporê de daxwaza guhertina di TMK’ê de tenê bi azadiya xweîfadekirinê bisînor ma û cih nedan “mafê hêviyê.” 

 
Partiya Gel a Komarê (CHP), rapora xwe ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de amade kirî û ji 53 rûpelan pêk tê, pêşkeşî Komîsyona Meclisê kir. Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr rapor radestî Serokatiya Meclisê kir. Di rapora CHP’ê de mafê hêviyê û rewşa endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd cih negirt.
 
Mûrat Emîr piştre axivî û got ku ew şêweyê avakirina komîsyonê rast nabînin û got tevî vê jî di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih girtine. Emîr, got: “Divê komîsyon bi awayekî qanûnî bihata avakirin. Di dema guhdarkirinan de astengkirina dayikên ku xwestin bi Kurdî biaxivin û operasyonên li dijî şaredarên hatinê hilbijartin û sepanên antî demokratik baweriya komîsyonê kêm kir.”
 
Di raporê de CHP’ê cih da van xalan: 
 
*Ji bo biryarên Dadgeha Mafê Mirovan û Dadgeha Destûra Bingehîn pêk werin divê astengiyên îdarî û siyasî bên rakirin.
 
*Ji bo avakirina aştiyeke civakî sepanên siyasî ku astengiyê ji bikaranîna mafên di destûra bingehîn de hatinê diyarkirin re derdixîne divê bi dawî bibe.
 
*Divê xalên ku pêşî li azadiya remanê digirin ji qanûna terorê û cezayê bên derxistin.
 
*Divê qanûna ku gel sewqî kîn û dijminatiyê dike ji nû ve bê sererastkirin.
 
*Qanûnên ku sansurê û astengiyan ji ragihandinê re derdixînin ji nû vê bên sererastkirin.
 
*Astengiyên hiqûqî yên ku di pêşiya çapemeniyê de ne divê bên rakirin.
 
*Hemû astengiyên ku li pêşya azadiya rêxistinkirinê ne divê bên rakirin.
 
*Yên bi KHK’ê ji karê xwe hatinê dûrxistin divê rewşa wan careke din bê nirxandin.
 
*Pêşniyarên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna sepanên qeyûman û xurtkirina rêveberiyên herêmî divê bê kirin.
 
*Divê pêşî li biryarên keyfî yên Lijneya Îdare û Çavderiyê ya Girtîgehan bê girtin.
 
*Xweseriya Dadgehê divê bê mîsogerkirin.
 
* Divê têkoşîneke xurt li dijî tundiya li ser jin û zarokan bê meşandin.
 
*Ji bo Cemxaneyan statuya îbadetê divê bê qebûlkirin.”