Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye

  • rojane
  • 13:50 17 Kanûn 2025
  • |
img

ENQERE - Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, diyar kir ku sê aliyên aştiyê hene ku ew jî verastkirinên qanûnî, amadekirina hiqûqa aştiyê û hiqûqa çareseriya pirsgirêkan e û got: “Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye.” 

 
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar, di hevdîtinên budçeyê ya Serokkomarî û Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî de axivî. Sancar, anî ziman ku zîhniyeta aştiyê weke xefletê dibîne, aştiyê tenê weke amadekariya şer dibîne û lê aştîxwaz di agirbestên herî qels de jî li pey avakirina aştiyê digerin. 
 
Sancar, anî ziman ku heta hêviya aştiyê hebe dê ji bo cîbicîkirina wê de her tim hewldan bên kirin û got: “Aştî ne tenê ji peymanê pêk tê. Aştî, vebijêrkeke etîk an jî polîtîk e. Rêya avakirina aştiyê, muzakereya civakî û siyaseta demokratîk e. Dixwazim niha behsa deklarasyona 27’ê Sibatê bikim ku yek ji hîmên sereke ya pêvajoyê ye. Birêz Ocalan dibêje; heke bi axaftinê em bikarin jiyana yekkesî jî xelas bikin, guftûgo peywira herî mezin e. Divê mirov ruhê Deklarasyona Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê di vê peyvê de bibîne. Bersiveke dîrokî ya ji axaftina dîrokî ya birêz Bahçelî ya 22’yê Cotmeha 2024’an e.” 
 
'HEMLEYA VEGUHERÎNER’
 
Sancar, got ku Abdullah Ocalan bi banga xwe rêbazên klasîk ên pevçûn-çareseriyê yên cîhanê berevajî kiriye û got: "Anku dibêje, madem çek li pêşiya axaftinê astengî ye, wê demê em vê astengiyê rakin û meseleyê bi axaftinê çareser bikin. Tercîheke stratejîk e ku pêvajoyê vedihêze zemîna civakî û hemleyeke veguherîner e. Werin em biaxivin. Nerazîbûn, rexne û fikarên xwe bibêjin. Lê ne bi hêrs ê. Nefret, siyaset nîne, mirovahiyê tune dike.”
 
'BERPIRSYARTIYA ME YA VEGUHERANDINÊ HEYE’ 
 
Sancar, bi domdarî got ku berpirsyartiya wan a veguherandinê heye û ev tişt anî ziman: “Derfeteke mezin di destê me de heye. Dinya diguhere, Rojhilata Navîn vediguhere û tu luksa me nîne em vî şensî ji dest bidin. Ev ne veguherîneke jirêzê ye, mîmariya siyasî ya pergalê bi temamî diguhere. Werin em bi hev re bibin pêşengên veguherandina Rojhilata Navîn a bi rêya aştî û demokrasiyê.” 
 
‘NIHA DEMA AMADEKIRINA HIQÛQA AŞTIYÊ YE’ 
 
Sancar, got ku banga avakirina rêya pergaleke demokratîk, wekhyevîxwaz û azad a ji bo hemû herêmê kir û wiha pê de çû: “Aştî tenê bêdengkirina çekan nîne, bi tenê bêtundîtiyê ava nabe. Divê kokên wê aştiyê hebin, anku maf bên naskirin. Divê wekheviyê, veguherîna demokratîk pêk bîne. Heke aştiyek mayinde nebe, em nikarin qala rewşekî aştiyê bikin. Pêwîstî bi hiqûqa aştiyê heye. Niha dema avakirina hiqûqa aştiyê ye. Em dereng jî man. Diviyabû di van 13-14 mehan de me stûnên hiqûqa aştiyê danîbûna. Sê aliyên hiqûqa aştiyê hene; yek jê verastkirinên hiqûqî ye ku rewşa bêpevçûnî mayinde dike; ya duyemîn pêşxistina rêbazên çareserkirina pirsgirêkên rê li ber pevçûnan vedikin û verastkirin; ya sêyemîn jî xebat, verastkirin û tevdîrên ku dê aştiyê mayinde bike. Di bingehan van de jî demokratîkbûn û avakirina civaka demokratîk heye.” 
 
‘EM DEV JI HELWESTÊN PÊŞIYA AŞTIYÊ DIGIRIN BERDIN’ 
 
Sancar, axaftina xwe wiha qedand: “Ev Meclis bi peywireke dîrokî rû bi rû ye. Bi avakirina hiqûqa aştiyê dê bibe xwedî wê derfetê ku sedsala nû li ser zemîna demokrasî, azadî û wekheviyê ava bike. Heke em îradeyê nîşan bidin, biaxivin, nîqaş bikin lê em heqaretê li hev nekin, êrişî hev nekin. Em ne li bendê her kes bêyî dudilî piştgiriyê bide lê divê neyê jibîrkrin ku rêya veguherînê, aştî ye. Ji destpêkê heta niha bi tirsa parçebûnê dijîn, werin em ji vê tirsê rizgar bibin. Aştî dê me ji hev parçe neke, dê bike yek. Heke armanca vê pêvajoyê aştî be, pisûleya wê jî demokrasî, azadî, wekhevî û edalet e. Em dikarin bi hev re bi ser kevin.”