Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye

  • rojane
  • 12:10 17 Kanûn 2025
  • |

AMED - Di deklarasyona mitînga “Hêvî û Azadiyê” de hate gotin ku başkirina şertên Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê girîng in û wiha hate gotin: “Mifteya biratiya dîrokî û hiqûqê di ‘mafê hêviyê’ de, di cîbicîkirina vî mafî de ye.” 

Platforma Saziyên Demokratîk, dê di 4’ê Çileyê de li Amedê “Mitînga Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Deklarasyona mitîngê, li Qonaxa Cemîl Paşayê bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Albay li ser navê platformê metna bi Kurdî ya deklarasyon3e xwende û endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Reşo Bîrhat Kurtulan jî ya bi Tirkî xwend. 
 
METNA DEKLARASYONÊ 
 
Deklarasyona bi sernavê “Ji bo hêvî û azadiyê, niha dema rabûyan ser pêyan e” wiha ye: 
 
“Bûyerên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku pêdivî bi nûbûnekê heye. Ev nûbûn jî tenê bi daxwaza gelan a ji bo azadiyê û jiyana hevpar dikare pêk bê. Di nav pêşketina Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ku bandora wê li seranserê cîhanê heye, tişta herî eşkere, têkoşîna azadiyê ya gelan e. Di vê serdema ku her tişt ji nû ve tê avakirin de tevî hemû zehmetiyan jî derfetên çareseriya demokratîk û aştiyê li herêma me û li Rojhilata Navîn hîn jî hene û banga xwe didomîne.
 
Sedsalek bi înkarkirina hebûna gelê Kurd û binpêkirina mafên wan derbas bû. Di vê sedsalê de gelê Kurd rastî windakirin, kuştin, girtin û mişextkirinê hat. Di encama têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê de gelek kesan temenê xwe li eywanên dadgehan, girtîgehan û penaberî û mişextiyê derbas kirin. Îro em di qonaxeke pir girîng de ne; ku parastin û berxwedana Gelê Kurd ber bi veguherîneke azadî û demokrasiyê ve diçe.
 
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ XWESTIN KURDAN BÊÎRADE BIKIN
 
Pêvajoya komploya navneteweyî ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a di 15'ê Sibata 1999'an de dest pê kir û bi tecrîda li Îmraliyê berdewam kir, armanca wê ew bû ku dewleta yekperest tiştê xwe yê kêm mayî temam bike. Bi vê yekê xwestin Kurdan ji aliyê nasname û îradeyê ve bi temamî ji holê rakin. Aqilê dewlet û desthilatê, bi polîtîkayên xwe yên li ser Girtîgeha Îmraliyê, qanûn û hiqûq xist bin lingên xwe. Ev pêvajo, heta radeyekê bûye polîtîkaya bingehîn a vî welatî.
 
Pirsgirêka Kurd ku diyarkera gelek pîvanên siyasî, aborî û civakî ye, bi tecrîda li ser birêz Ocalan re hat xwestin ku ji hemû derfetên çareseriyê yên hiqûqî û siyasî were qutkirin. Her ku dozaja tecrîdê zêde bû, ev rewş li çar aliyê welat belav bû û veguherî rêbaz û rejîmeke wisa ku hewl dide hemû dînamîkên têkoşîna civakî bêbandor bike.
 
HEWDANÊN ABDULLAH OCALAN ÊN JI BO AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ 
 
Birêz Ocalan ku ji sala 1993’yan û vir ve têkoşîna aştiyê û lêgerîna muxateban zindî girtiye, di her qonaxê de hewl daye ku hemû derfet û mercên xwe bike bingeha çareseriyê. Agirbestên ku ragihandine, hewldanên wî yên ji bo danûstandina bi dewletê re, hevpeyvîn ü gotûbêjên wî yên televîzyonan û parêznameyên wî; ev hemû ji bo çareseriyeke demokratîk pêş xistiye. Di salên 1999 û 2009’an de bi daxwaza wî komên aştiyê hatin da ku rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Ev xebatên wî derfeteke mezin ji bo bingeha aştiyeke bi rûmet derxist hol û di nava gel de jî bûn xwedî rûmet û bersiveke mezin.
 
BI PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK RÊYA JIYANEKE NÛ NÎŞAN DA  
 
Wî bi tespît û rexneyên xwe, rûyê kapîtalîzmê û sîstema wê ya mêtingeriyê eşkere kir û ev sîstema ku li dijî civakê ye, mehkûm kir. Li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re rê û rêbazên jiyaneke nû nîşan da; bi vê fikra xwe bû pêşengê têkoşîneke ku sînoran derbas dike. Her wiha bi nêrîna xwe ya ku azadiya jinê esas digire, hem karektera têkoşîna xwe ya demokratîk parast, hem jî di têkoşîna azadiya jinê de bû xwedî bandoreke pir xurt. Ev gavên wî, di heman demê de ji bo ku dîrok ligel civakê ji nû ve were nivîsandin, pêngavên herî mezin in.
 
PÊVAJOYA HEYÎ FIRSENDEKÎ NÛ YE 
 
Bi saya ezmûna van lêgerînên dîrokî û nîqaşên li ser sîstema alternatîf, em îro di nav firsendeke nû ya aştî û çareseriyê de ne ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê pêş ketiye. Ev pêvajo dikare bibe bingeha dawîanîna şer û pevçûnên bi salan, dikare bike têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bi ser bikeve û ev yek ji bo me pir bi qîmet e. Her roj û her deqîqeya vê pêvajoyê ya ku rê li ber guhertinên qanûnî û jiyana azad vedike, xwedî nirxekî dîrokî ye.
 
BANGA ABDULLAH OCALAN Û KOMÎSYONA MECLISÊ
 
Banga birêz Ocalan a ji bo betalkirin, şewitandina çekan û vekişandina hêzan, gavên herî girîng ên avakirina civaka demokratîk û aştiyê bûn. Her wiha, pêşniyara wî ya ji bo avakirina komîsyoneke li Meclisê û pêkanîna hevdîtineke li Îmraliyê, asteke dîrokî ye. Ev hevdîtin ji bo welatekî azad û adil, destpêkek pir bi nirx e.
 
HIQÛQA BIRATIYÊ WEZÎFEYA SEREKE YA MECLISÊ YE
 
Tevî hemû zehmetiyan, destgirtina li ‘hiqûqa biratiyê’ û amadekirina qanûnên guncav, îro wezîfeya sereke ya Meclisê û civakê ye. Gelên vê axê, jiyaneke ku navê siyaseta wê aştî, navê civaka wê demokratîk û navê paşeroja wê azadî be, ji zû ve heq kirine.
 
Divê sedsala nû ya Tirkiyeyê ne li ser înkarê, lê li ser wekhevî û dadperweriyê ava bibe. Birêz Ocalan tevî şertên giran ên tecrîdê jî, di xeta aştiyê de israr dike. Ji ber vê yekê, rewş û şertên wî, wê qedera vê pêvajoyê diyar bikin.
 
DIVÊ ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN BÊN SERERASTKIRIN
 
Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku li seranserê cîhanê tê meşandin, encama xwedîderketina li paradîgma û têkoşîna wî ya 50 salan e. Şert û mercên aktorekî wisa ku bandora gotin û keda wî li ser civakê ewqas xurt e, divê li gorî vê pêvajoya dîrokî ji nû ve werin serastkirin û azadiya wî were pêkanîn.
 
MAFÊ HÊVIYÊ DI HEMAN DEMÊ MAFÊ AZADIYÊ YÊ GELAN E 
 
Gelê Kurd û hemû gelên din, hêviya xwe ya çareseriyê bi baweriya birêz Ocalan zindî girtine. Ji ber vê yekê, ‘Mafê Hêviyê’ di heman demê de mafê hêvî û azadiyê yê gelan e. Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û hiqûqa navdewletî, divê ev maf bêyî were derengxistin, bê bicihanîn. Mifteya Neteweya Demokratîk, Komara Demokratîk û Biratiya Dîrokî, di pêkanîna Mafê Hêviyê de ye.
 
Birêz Ocalan ku xwediyê vê vînê û vê banga ku ji bo gelê Kurd û hemû gelan azadiyê, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokrasiyê dixwaze, divê azad bibe.
 
BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ
 
Em bang li hemû gelan dikin ku ji bo em daxwaza xwe ya azadiya birêz Ocalan bi vîneke herî xurt biparêzin û pêk bînin, di 4’ê Çileyê roja yekşemê de li Qada Stasyonê werin cem hev û berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û bi çepikan bi dawî bû.