8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn

  • rojane
  • 09:44 17 Kanûn 2025
  • |
img
BEDLÎS - Heşt sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê û derxistina cenazeyan re derbas bûn ku cenazeyên hatibûn derxistin li Kilyosê hatibûn veşartin. Dayikên ku serdana goristana wêrankirî kirin gotin: "Ji bo em wan ji bîr bikin, bi taybetî navên li ser kêlikan goran şikandine. Lê em ê wan ji bîr nekin."
 
Li Bedlîsê, di sala 2013'an, cenazeyên gerîlayên ku di navbera salên 1990-2010'an de di şer de jiyana xwe ji dest dan, hatibûn veşartin. Lê 8 sal berê van çaxan, goristan hat texrîbkirin. Qada ku gor hatine xerakirin û cenaze jê hatine derxistin, tenê gorên vala û beton lê hene. 
 
Qada goristanê ya ku di dema pêvajoya diyalogê de hatibû avakirin ji goristanekê wêdetir bû; di heman demê de akademî, mizgeft û deverên kombûnê dihewand. Xerzan cihek bû ku endamên PKK'ê yên ku ji çar aliyên Kurdistanê hatibûn Bedlîsê û di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatibûn veşartin. Bi sedan kes, ciwan û kal, beşdarî avakirina Xerzanê bûn ku bi hewildana bi sedan malbatan veguherî goristanekê; hinan boyax kirin, hinan tûxle danîn û bi pêvajoyeke avakirina kolektîf gihîşt şiklê xwe yê dawî.
 
HESTIYÊN JI CENAZEYAN MAYÎ HATIBÛN DIZÎN
 
Goristana Xerzanê ku navê xwe ji rêzeçiyayên ku lê hatiye avakirin digire, di navbera gundên Oleka Jêr û Oleka Jor de ye. Berî wêrankirinê, 267 cenaze li Xerzanê bûn. Gelek caran rastî êrişên asmanî hatibû, lê wêrankirin û êrişa mezin di navbera 8-18'ê Kanûna 2017'an de pêk hat. Bi bidawîbûna pêvajoya diyalogê re, êrişên dewletê zêde bûn. Welatiyên Bedlîsê, ji bo parastina goristana ku rastî êrişên asmanî hatibû, li Xerzanê kon danîn û nobed girtin. 
 
Lêbelê, di sala 2017'an de, leşker bi kemçeyan ketin herêmê, goristan hilweşandin û talan kirin û hestiyên mayî desteser kirin. Di 19'ê Kanûna 2017'an de, malbatên ku çûn goristanê hîn bûn ku hestî hatine dizîn. Hestiyên dizî biribûn Kilyos a Stenbolê û bi binpêkirina nirxên exlaqî,ew di bin peyarêyan de veşartibûn. Ev bûyer wekî yek ji bûyerên herî trawmatîk ên dîroka nêzîk tê bîranîn.
 
PIŞTÎ 8 SALAN CARA EWIL LI XERZANÊ NE
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê Meryem Korkmazê û Netîce Bîngol, dayika Dîlan Bîngol ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê di sala 2017'an de ji Xerzanê hat derxistin û li Kilyosê di bin peyarêyê de hat veşartin, piştî heşt salan cara yekem serdana gora zarokênxwe kirin. Netîce Bîngolê got: "Keça min û piraniya kesên din ên ku li quncikê ku mizgeft lê ye hatin veşartin ji Rojava hatibûn. Niha, dema ku hûn lê dinêrin, hûn nikarin bibêjin ku berê li vir goristan hebû. Piştî ku wan goristan wêran kirin, wan bi kemçeyan erd serûbin kirin. Li jor mizgeftek hebû û tijî Quran bû. Wan mizgeftê tevî tiştên tê de şewitandin. Êdî nayê naskirin."
 
‘EM Ê JI BÎR NEKIN'
 
Meryem Korkmazê got: "Wan bi zanebûnî navên li ser kêlikên goran şikandin da ku em wan ji bîr bikin. Lê em ê wan ji bîr nekin. Dema ku me cara yekem êrişê bihîst, me xwest ku em nêzîkî 2 hezar kesên ji Tetwanê werin vir. Wan rêya me girt û gule berdan. Me wesayît hiştin û em di nav daristanê re ber bi goristanê ve meşiyan. Me dît ku ew hatiye bombebarankirin. Malbat jî ji Sêrtê hatibûn. Piştî demekê, em hîn bûn ku cenaze hatine dizîn. Em bi goristanek ku hatiye talankirin re rû bi rû ne, bêtehamuliyek mezin li hember hestiyan jî nîşan didin. Em 20 salan li benda cenazeyên xwe man. Me ew wergirtin û li vir veşartin, lê wan hestî jî derxistin û birin."
 
Meryem Korkmazê behsa pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û bi bîr xist ku gelê Kurd her tim bi dilsozî destê aştiyê dirêj kiriye li hember hemû êşên ku kişandine û got: "Em naxwazin kes êşên wisa bikşîne. Em hewl didin ku di pêşerojê de êşên wisa dubare nebin."
 
Zuhre Elmasê ku li gundê Oleka Jor dijî, behsa şeva ku goristan hat wêrankirin kir û got: "Li gund qedexeya derketina derve hebû. Em nekarîn serdana cîranên xwe jî bikin. Şeveke tirsnak bû. Hêvî dikim ku careke din çênebe. Hêvî dikim ku em careke din li vê herêmê tiştên wisa nebînin."
 
MA / Ceylan Şahînlî