Zarokên gel Nazim û Cîhan

  • rojane
  • 09:13 17 Kanûn 2025
  • |
img

RIHA - Dîlan Dîlok a ku hevala xebatê ya rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bû, got: "Herduyan jî îspat kirin ku ew zarokên gel û rojnamevan in.”

 
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana gelan ji refên pêş ve dişopandin, di 19'ê Kanûna 2024'an de di êrişa SÎHA’ya dewleta Tirk a li nêzî Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest dan. Herdu rojnamevan, dema li dû heqîqetê bûn û propagandayên reş ên tora di bin kontrola desthilatdariyê de pûç dikirin, ji ber ku bûbûn dengê heqîqetê, hatin qetilkirin.
 
Rojnamevan Dîlan Dîlok a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Nazim û Cîhan re xebitî, rojnamevaniya herdu hevrêyên xwe yên li qada şer ji ajansa me re nirxand.
 
LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ XEBITÎ
 
Dîlan Dîlokê anî ziman ku nêzî 15 sal berê Nazim nas kiriye û ew dema Nazim li Dîlokê dixebitî, bi rêya serdanên malbatê wî nas kiriye. Dîla Dîlokê, bal kişand ser dilpakî û jidilbûna Nazim û got: "Nazim endamekî malbatê bû, ew biçûya kîjan malê, dibû zarokê wê malê. Bi dilpakiya xwe, gel Nazim wekî zarokê xwe nas dikir. Li her çar parçeyên Kurdistanê ked û xebata Nazim heye. Me êdî ne tenê di serdanên malê de li nava xebatan jî hev didît. Nazim baweriya mirov vala dernedixist. Piştre ket girtîgehê, li Başûr û li Rojava rojnemevanî kir, keda Nazim li hemû parçeyên Kurdistanê heye."
 
Dîlan Dîlokê, diyar kir ku di dema Şoreşa Rojava de hev dîtine û hevaltiya xwe ya li wir dewam kirine û ev tişt got: "Li Rojava pêvajoyeke şoreşê dest pê kir û Nazim hat vir. Me demek hev nedît, lê me agahî jê digirt. Piştî demekê rêya me jî ket Rojava û derfet çêbû ku em careke din li vir hev bibînin. Me ji cihê ku lê mabûn, hevaltî, dostaniya û hevrêtiya xwe berdewam kir."
 
NASÎNA BI CÎHANÊ RE
 
Dîlan Dîlokê çîroka nasîna xwe ya bi Cîhan re jî wiha rave kir: "Min Cîhan berî Nazim, ji dûrve. Nazim bû yê ku min bi Cîhan re da naskirin. Min carekê got 'ev jin kî ye, ez diçim kû derê di qada çapemeniyê de her tim derdikeve pêşiya min'. Piştre min ji Nazim pirsî 'Kî ye, ji kû derê ye?' Nazim got 'Hevala jin a Bakurî ye'. Me hev nas kir û nêzî 7 salan me dostanî û hevaltiyeke xweş kir."
 
RÛKENÊN ÇAPEMENIYÊ
 
Dîlan Dîlokê destnîşan ku Cîhan, hevaleke ku dixwest hevrêyên wê bi ser bikevin bû û wiha pê de çû: "Bi tu awayî tehemula wê ji bo mirovên serneketî nebû. Mirovên gelek cuda bûn. Herdu jî rojnamevanên ewqasî dilnizm, bi ken û serkeftî bûn." Dîlan Dîlokê got ku demek kin berî Cîhan jiyana xwe ji dest bide, ew di heman malê de bûn û mala wan wekî qada xebatê bû û got: "Bi çûna malê re yekem tişta me dikir, lêkolîna nûçeyan bû. Me her tim têkildarî nûçeyan gotûbêj dikir. Herduyan jî xwe bi temamî dabûn xebata xwe."
 
ÇÛYÎNA MINBIC Û TIŞRÎNÊ
 
Dîlan Dîlok, anî ziman ku dema bûyerên Minbicê qewimîn, yekem rojnamevanê ku çû Nazim bû, paşê Cîhan çû herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca herduyan jî yek bû. Derewên medya Tirk, rastiya nûçeyên ku ji bo tirsandina gel tên çêkirin, ji hemû cîhanê re ragihînin. Nazim li Minbicê li saziyên Rêveberiya Xweser û nexweşxaneyan dîmen kişand. Cîhanê jî li ser Bendava Tişrînê pêşkêşiya nûçeyan kir û rastiya li herêmê nîşan da."
 
'BERXWEDAN NÎŞAN DAN'
 
Dîlan Dîlokê destnîşan kir ku armanca wan tenê ew bû ku heqîqetê ji cîhanê re ragihînin û wiha axivî: "Ew ji bo aşkerakirina derewên çeteyên dewleta Tirk û nîşandana berxwedana li wir xebitîn. Ev jî bû sedem ku bibin hedef. Armanca wan ji destpêkê ve ev bû. Jiyana gel bi hemû rastiya xwe ji cîhanê re nîşan bidin. Şer heye rast e, lêbelê berxwedan jî heye û wan ev nîşan dan."
 
'BERXWEDAN BI SAYA WAN DERKET HOLÊ'
 
Dîlan Dîlokê, diyar kir ku şerê Tişrînê gelek girîng û destanî ye û rola Nazim û Cîhan a di ragihandina vê destanê de wiha vegot: "Lehengên vê destanê Nazim û Cîhan in. Bi saya wan berxwedan derket holê. Heke Nazim û Cîhan nebûna, dewleta Tirk dê bi rêya medya û medyaya dijîtal nîşan bida ku herêm bi temamî xistiye destê xwe. Wan, li gel şer, berxwedan jî nîşan dan; ewlehiya gel û şervanan derxistin holê. Wan îspat kir ku rola çapemeniyê ya di aştiyê û di şer de, di aşkerakirina rastiyên gel de girîng e. Nûçeyên wan û aşkerekirina dezenformasyonê, wan kir hedef. Nazim û Cîhan ji destpêkê ve hewl didan rastiyên gelekî derxin holê. Ji bo vê armancê ji warên xwe hatin qadên azadiyê û şehîd bûn. Herduyan jî îspat kirin ku ew bi rastî zarokên gel û rojnamevan in."
 
DIVÊ MIROV WEKÎ NAZIM Û CÎHANÊ BIN
 
Dîlan Dîlokê, got ku divê mirov wekî Nazim û Cîhan in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em peyrewên wan in. Çawa ku ew peyrewên Apê Mûsa û Gurbetelî Ersoz bûn û heta nefesa xwe ya dawî ji bo hêjayî wan bin têkoşiyan, divê em jî ji niha û şûn de, hêjayî Nazim û Cîhanê bin. Bi vî awayî em ê nîşan bidin ku em hevrêyên Nazim û Cîhan in."
 
NAZIM DAŞTAN KÎ YE? 
 
Nazim Daştan, di sala 1992’yan de li navçeya Giyadîn a Agiriyê ji dayik bû. Piştî xwendina lîseyê, ji bo zanîngehê çû Dîlokê. Li vir Çapemeniya Azad nas kir û berê xwe da rojnamegeriyê. Sala 2012’yan di DÎHA’yê de dest bi kar kir. Sala 2014’an, di dema êrişên DAIŞ’ê de çû Rojava û li Efrîn û Kobanê şer şopand. Sala 2015'an binpêkirinên di dema qedexeya derketina derve ya li Silopyayê de şopand. Sala 2016’an li Dîlokê hat girtin û 5 mehan di girtîgehê de ma. Piştî tehliyeyê dîsa vegeriya qada xebatê, li Pirsûs û Kobanê xebitî. Bi wêneyekî li ser malbateke ku li Efrînê di bombebaranê de birîndar bûbû, 26'emîn Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter wergirt. Belgefîlma kurt a bi navê "73" ya li ser şahîdên Êzidî yên li Şengalê kişand. Di 19'ê Kanûna 2024'an de dema pevçûnên xeta Tişrîn û Qereqozakê dişopand, di êrişa SÎHA'ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.
 
CÎHAN BÎLGÎN KÎ YE? 
 
Cîhan Bîlgîn, di sala 1995’an de li navçeya Midyad a Mêrdînê ji dayik bû. Sala 2014'an Çapemeniya Azad nas kir û tevlî karwana generalên biçûk ên Apê Mûsa bû. Li Amedê belavkariya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kir. Di sala 2017'an de çû Kobanê û di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de dest bi nûçegîhanîyê kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gelek nûçeyên li ser geşedanên civakî û şer de cih girt. Cîhan Bîlgîn, tevahiya sala 2024’an êrişên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li herêmên Tişrîn û Qereqozakê şopand. Di 19'ê Kanûna 2024'an de dema bi Nazim Daştan re li ser erka xwe bû, di êrişa SÎHA'ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.
 
MA / Melîk Varol