'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'

  • rojane
  • 09:08 17 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid, ku ji ber bicîneanîna biryara "mafê hêviyê" daxwaza mueyîdeyan li dijî Tirkiyeyê kir û got: "Divê pêvajoya binpêkirinê bi betalkirina mafê dengdanê yê delegeyên Tirk ên di Meclisa Parlamenteran de û derxistina wan ji Konseya Ewropayê were destpêkirin."

 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di çarçoveya qebûlkirina binpêkirina “mafê hêviyê” de, biryar dabû ku ev mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Veraskirinên ku di sala 2014'an de ji Tirkiyeyê hatine xwestin, tevî ku demek di ser re derbas bûye jî hîn jî nehatine bicîhanîn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE), ku “mafê hêviyê” xist rojeva xwe, heta sala 2026’an ji bo veraskirina qanûnî dem da Tirkiyeyê. Konseya ku cara duyemîn dem da Tirkiyeyê, pêşniyar kir ku Komîsyona Meclisê ya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê hat damezrandin, di dema diyarkirî de veraskirinê çêbike.
 
Daxwaza veraskirinê ya der barê “mafê hêviyê” de, ku di rojevê de ye, bi salan e di rojeva Komeleya Hiqûqa Navneteweyî û Demokrasiyê (MAF-DAD) de ye ku ji aliyê parêzer û aktîvîstên mafên mirovan ên Alman, Tirk û Kurd ve hatiye damezrandin. MAF-DAD, ku ji bo naskirina "mafê hêviyê" gelek xebatên hiqûqî û siyasî dike, di 21'ê Tîrmehê de bi rêxistinên hiqûqî yên cuda re, di çarçoveya rêzik 9/2 de raya xwe pêşkêşî Komîteya Wezîran kir. Ev rêzik rê dide saziyên sivîl ku, ji bo bikaranîna bi bandor a "mafê hêviyê", şopandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji Komîteyê re ragihînin. MAF-DAD'ê di 12'ê Îlona 2025'an de jî nameyek ji endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran re şand û ji parlamenteran xwest ku mijarê têxin rojeva xwe.
 
XEBATÊN MAF-DAD’Ê
 
Hevseroka MAF-DAD’ê Heike Geisweid, mijar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û diyar kir ku xebatên wan di gelek babetan de hene û got ku ew der barê rakirina PKK’ê ji “lîsteya terorê” ya Yekitiya Ewropayê (YE), sûcên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan û sûcên şer ên li Rojava de xebatan dimeşînin. Heike Geisweidê diyar kir ku wan di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de, ji bo kuştina sivîlên Kurd, bikaranîna gazên kîmyewî li dijî PKK’iyan û êrişên li ser navendên tenduristiyê yên li Rojava,  di çarçoveya Qanûna Cezayê Navneteweyî de serî li Serdozgeriya Federal a Almanyayê ya dane.
 
‘BICÎNEANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ BIRYAREKE SIYASÎ YE’
 
Heike Geisweid anî ziman ku bêyî derfetên tehliyeyê heta hetayê rafirtina kesekî di girtîgehê de binpêkirina Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye ku “qedexeya îşkence û tundiyê” ye û got ku bicîneanîna peymanê li dijî rûmeta mirov e. Heike Geisweidê anî ziman ku biryara Tirkiyeyê ya bicîneanîna "mafê hêviyê" siyasî ye û ev tişt got: "Divê bicîneanîna mafê hêviyê, wekî biryareke siyasî ya di çarçoveya neteweperestiyê ya li dijî Abdullah Ocalan û li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd bê dîtin."
 
‘PAŞXISTIN BAWERIYA BI DMME’YÊ QELS DIKE’
 
Heike Geisweidê, ji ber Komîteya Wezîran cara duyemîn heta sala 2026'an ji Tirkiyeyê re dem dirêj kiriye, rexne kir û bi bîr xist ku Tirkiye 11 sal in tu verastkirina qanûnî ya der barê "mafê hêviyê" de çênekiriye. Heike Geisweidê anî ziman ku pêşniyarên Komîteyê yên der barê "mafê hêviyê" de dişibin biryarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CPT) yên sala 2018 û 2023’yan û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê hîna bersiv nedaye van jî. Paşxistina domdar, baweriya bi biryarên DMME’yê qels dike."
 
SERLÊDANA LI KOMÎTEYA WEZÎRAN
 
Heike Geisweidê têkildarî serlêdana MAF-DAD’ê ya ji bo Komîteyê,  diyar kir ku wan verastkirina qanûnê ya der heqê “mafê hêviyê”, avakirina mekanîzmayên ku vê yekê misoger bikin û şefafiya di cezayên muebeda girankirî de xwestine û got ku ji ber ku ev gavên Komîte jî daxwaze nehatine avêtin, mijar di rojeva Komîteyê de cih digire. Heike Geisweidê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ji Komîteyê xwest ku ji bo zextê li Tirkiyeyê bike, tevdîrên bilez werbigire, ji Tirkiyeyê daxwaza amarên şefaf û berfireh der barê cezayên muebeda girankirî de bike, bê ferq biryarên qedexekirina berdana bi şert rake, şopandina birêkûpêk a bicîhanîna biryarên têkildarî Ocalan û Grûba Gurban were şopandin, ger geşedanek çênebe, destwerdanê binirxîne."
 
‘DEWLETÊN ENDAM DIVÊ ZEXTÊ BIKIN’
 
Heike Geisweidê rave kir ku Komîte divê ji bo bicîhanîna biryaran vebijarkên curbecur bixe dewrê û wiha got: "Divê Konseya Ewropayê bi rêya vekişandina mafê dengdanê yê delegeyên Tirk ên li Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û derxistina wan ji Konseya Ewropayê dest bi pêvajoya binpêkirinê bike. Divê dewletên endam ên Konseya Ewropayê jî ji bo bicîhanîna biryaran li Tirkiyeyê bixebitin û xwe berpirsyar bibînin ku zextên siyasî û aborî li Tirkiyeyê bikin."
 
Heike Geisweid got, eger biryara meha Îlonê ya Komîteyê neyê cîbicîkirin, divê li dijî Tirkiyeyê prosedûra binpêkirinê were destpêkirin û zext bên zêdekirin.
 
‘BÊ HÊVÎ AŞTÎ NABE’
 
Heike Geisweidê destnîşan kir ku Komîteyê hîn bersiva serlêdana wan nedaye û got ku bicînebûna "mafê hêviyê" li ser Abdullah Ocalan "encamên sembolîk derdixîne holê." Heike Geisweid, diyar kir ku bicînebûna biryarê îmajê siyasîbûna darazê xurt dike û dibe sedem ku Rewşa Awarte wekî rewşeke daîmî were rewakirin û wiha got: "Ev jî baweriya gel bi saziyên demokratîk û mafên kêmneteweyan qels dike. Ji aliyê civakî ve, ev rewş dibe sedema kûrkirina cudakirina civakî, qelsbûna înîsiyatîfên aştiyê yên civaka sivîl û zêdebûna aloziyên civakî. Bê hêvî aştî nabe, bê aştî jî demokratîkkirin nabe. Redkirina vî mafî, ji bo siberoja Tirkiyeyê ya demokratîk astengeke binyadî pêk tîne."
 
‘KONSEYA EWROPAYÊ RÊGEZÊN XWE BINPÊ DIKE’
 
Heike Geisweid, bi bîr xist ku divê armanca Konseya Ewropayê parastin û pêşxistina demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê be di dewletên endam de û got: "Dema saziyek mîna Konseya Ewropayê beşdarî hesabên siyasî yên dewletek mîna Tirkiyeyê yên li ser mafê hêviyê dibe, ew rêgezên xwe yên bingehîn bin pê dike. Divê neyê jibîrkirin ku bicîneanîna biryarên DMME’yê, aşkera binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê yekê, her dewletek endam a Konseya Ewropayê tê xwestin ku di asta siyasî de parastina bicîanîna biryarên DMME’yê bike û bi vî rengî zexta siyasî li ser Tirkiyeyê bike."
 
‘HIKÛMETÊN EWROPAYÊ JI PIRSGIRÊKÊ HAYDAR IN’
 
Heike Geisweidê anî ziman ku dewletên endam ên Yekitiya Ewropayê, pirsgirêkên binpêkirina demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ji perspektîfeke jeostratejîk û aborî ve nêz dibin wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hikumetên Ewropayê ji pirsgirêkê haydar in, lê ji bo ku aloziyên jeopolîtîk asteng bikin, pevçûneke aşkera ya raya giştî naxwazin. Ev rewşa dualî di raya giştî de jî xwe nîşan dide. Mijarên ku bi awayekî siyasî bi aşkerayî nayên vegotin, kêm caran ji aliyê civakê ve wekî têne dîtin. Ev mijareke bingehîn a rûmeta mirov e."
 
MA / Hîvda Çelebî