Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin

  • rojane
  • 18:24 15 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 1 jê zarok 4 welatiyên Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta kesên hatine binçavkirin nayê zanîn.

 
Li gorî nûçeya Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di rojên borî de 4 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şino ya ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Îstixbaratê yên Îranê ve hatine binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hatine birin.
 
Hat ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin de kesek temenê wê di jêr 18 saliyê de ye û her çar kes bêyî fermana dadwer hatine binçavkirin.
 
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne; Serac Elyasî, Şaho Îbrahîmî, Ferhan Çopan û Şefîh Ehmedî.