Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket

  • rojane
  • 09:07 15 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 313’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Licê de şero taybet” gihişt ber destê xwînerên xwe. 

 
Rojnameya Xwebûnê di hejmara 313’an de cih da meşa bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi beşdariya saziyên sivîl, partiyên siyasî û welatiyan a li navçeya Licê ya Amedê li dijî tiryakê hat lidarxistin. Rojname, vê hefteyê analîza Navenda Nûçeyan a Kirmanckî ku balê dikişîne ser Şerê Taybet û bi manşeta “Licê de şero taybet” derket. 
 
Rojnameyê dîsa cih da hevpeyvîna Xecê Şen a li ser mafê heviyê û Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak re kiriye.