Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin

  • rojane
  • 11:52 3 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serkeşeyê Ortodoksên Suryan ên Cizîr û Firatê Mar Maurice Am Mesîh, diyar kir ku dixwazin pêşeroja Sûriyeyê bi hemû bawerî û nasnameyan ava bikin û got: “Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi xûşk û biratiyê ve em di rêya ku Serok Apo nîşanî me daye de dimeşin.”

Li taxa Dweîla ya paytexta Sûriyeyê Şamê di 22'yê Hezîranê de li dijî Dêra Mar Îlyas a Rûm a Ortodoks êrişek pêk hat û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. Koma Ensarê Sunnet a cîhadîst, di 24’ê Hezîranê de daxuyaniyek belav kir û êriş li xwe girt. Di 8’ê Kanûna 2024’an de piştî ku HTŞ’ê hikûmeta Şamê bi dest xist, êrişên li dijî civaka Elewî, Durzî û Xiristiyanan rû dan. 
 
Metropolîtê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Serkeşeyê Ortodoksên Suryan ên Herêma Cizîr û Firatê Mar Maurice Am Mesîh, rûdanên dawî yên Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Mar Maurice Am Mesîh, diyar kir ku di 8’ê Kanûna 2024’an de piştî hilweşîna rejîma Baasê, pevçûn derbasî qonaxeke din bû û wiha axivî: “Rejîmeke nû hate avakirin. Di 14 salên bi şer de ji gelek netewan, baweriyan mirov rastî êrişên terorê hatin, hatin binçavkirin û sirgûnkirin. Ne tene Xiristiyan, Misilman jî ji axa xwe bûn, koç kirin. Dema rejîma kevn hilweşiya û ya nû ava bû me îbadetên xwe bi aramî û bi ewlehî pêk anî. Me ji bo parastina welatê xwe û zarokên xwe îbadetên xwe bi cih anî. Em ji xwedê selametiya Sûriyeyê dixwazin.”
 
‘EM Ê PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ BI HEV RE AVA BIKIN’
 
Mar Maurice Am Mesîh, destnîşan kir ku kesên ji bo baweriya xwe ya olî êrişî wan dikin tu nirxeke wan ê olî nîne û wiha domand: "Di Pirtûka Pîroz de ji bo van kesan dibêje ‘Çavên wan hene lê nabînin, guhên wan hene lê nabihîsin, fena keviran in, hîs nakin û nikarin mirovan ji hev bidin.’ Gelek ol hene lê em hemû evdên xwedayê xwe ne. Ol a xwedê ye, welat a her welatiyê lê dijî ye. Terorîstên DAIŞ’ê bi êrişên xwe ve xwestin Xiristiyanan ji Sûriyeyê derxin. Lêbelê bila vê bizanibin; em hene û hata dawiyê jî em ê li ser vê axê bijîn. Em ê bi hemû gel û baweriyên vî welatî, bi xuşk û birayên xwe re bijîn. Em ê bi hev re Sûriyeyek nû ava bikin. Xiristiyan, Misilman, Ereb, Kurd, Asur û Êzidî, ji kîjan baweriyê dibe bila bibe em ê bi hevre pêşeroja Sûriyeyeke modern ava bikin.”
 
‘EM PIRÊN BI EWLEH AVA BIKIN’
 
Mar Maurice Am Mesîh, hemû êrişên li herêm rû dane şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd, Misilman an Xiristiyan ferq nake, êriş li dijî kê dibe bila bibe em li dijî êrişan e. Ji bo avakirina nû ya Sûriyeyê berpirsiyarî dikeve para me hemûyan. Em ê bi hev re ava bikin. Em pirên bi ewle ava bikin. Em li dijî hemû gotinên nefrete û neheqiyê ne. Hz. Mesîh dibêje ‘ji dijminên xwe hez bikin. Li dijî kesên ku li we lanetê dike mîhrewan bin, ji bo kesên xirabiyê li we dike bi başiyê ve tevbigerin.”
 
‘HSD HER KESÎ DIPARÊZE’
 
Mar Maurice Am Mesîh, diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo parastinê hêzeke girîng e û wiha pê de çû: “Ez spasiyên xwe yên jidil pêşkêşî şehîd û birîndarên HSD’ê dikim. Ev 10 sal in em di binê sîwana Rêveberiya Xweser de, di rêya Serok Apo nîşanî me daye bi xûşk û biratî dijîn. Em li ser axa Mezopotamyayê bi xûşk û biratî dijîn. Em gelên Suryan, Ermen, Asur, Êzidî, Kurd û Ereb bi hev re dijîn û ji hev hez dikin em wekhev dijîn.”
 
‘ÊRIŞKAR NE JI KAMPA HOLÊ YE’
 
Mar Maurice Am Mesîh, diyar kir ku îdiaya tê gotin ku êrişkarê Dêra Mar Îlyas a Rûm a Ortodoks ji Kampa Holê çû ye ne rast ê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez pênc caran çûme Kampa Holê. Li kampê mêr nînin. Tenê jin lê ne. Gelek jinên ji welatên cihê û zarok lê dijîn. Êrişkarê dêrê mêr bû. HSD ewlehiya kampê dinêre. Ji kampê tenê nexweşên giran dikarin derkevin. Ewlehiyeke bi rêk û pêk li wir heye. Ev êrişa bûyrek anî bîra min, berî 15 salan dema ez li Amerîkayê bûm, DAIŞ’ê êrişî Dêra Seyîdat El Necat a li Bexdayê kiribû. Ez çûm serdana wê dêrê. Xwedê rehma xwe li hemû kesên li wir canê xwe ji dest dane bike. Xwedê rehma xwe li hemû kesên li Sûriyeyê dijîn bike.”
 
MA / Erdogan Altan