Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin

  • rojane
  • 14:40 18 Gulan 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Gelek kes ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji Mêrdînê hatin Amedê. Hevalê qawîşê yê Riza Altûn, Mehmet Şîrîn Bariş ku tev li bîranînê bû, wiha got: “Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.” 
 
Ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîma bîranînê tê lidarxistin. Ji navenda Mêrdînê û navçeyên wê jî bi sedan kes ji bo bîranînê ber bi Amedê ve bi rê ketin û gihiştin têketina Amedê. Piştî ku şandeyên din jî li vir gihiştin hev, dê ber bi qada bîranînê ve meş were lidarxistin. Di nava çalakvanan de hevalên Altûn û Kaytan jî hene. Mehmet Şîrîn Bariş ku piştî Derbeya 80’an tevî Riza Altûn li Zindana Hejmar 5 a Amedê di heman qawîşê de dima, dema ber bi qada bîranînê ve diçû hestên xwe parve kir. 
 
Bariş, got: “Taybetiya herî girîng a Riza Altûn ew bû ku xwendekarê Kemal Pîr bû. Tevger bi wî re nas kiribû. Ruhê Kemal Pîr, şexsiyeta wî di şexsiyeta xwe de ava kiribû. Çawa ku Serok Apo digot ‘Kemal Pîr cêwiyê ruhê min e’, Riza Altûn jî mîna Kemal Pîr gelek çalak bû û Kemal Pîr di şexsiyeta xwe de ava kiribû. Me ji bo girtîgehê digot ‘bi razanê dê xelas bibe’ lê Kemal Pîr digot ‘bi revê dê biqede.’ Hevalê Riza jî wisa bû. Nêzikatiya wî ya li hemberî tevgerê pir cuda bû. Bûbû derwêşê vê rêxistinê. Tevahiya jiyana xwe fedayî rêxistinê kiribû. Rabûn û rûniştina wî, xwarin û vexwarina wî, jiyana wî tevek bûbû partî. Xizmetên mezin ji bo têkoşînê kir. Jiyana wî bandor li kesayetiya wî kiribû. Kemal Pîr her tim ji wî re digot ‘Divê hûn tavilê derkevin derve û vê têkoşînê derxin pêş.’ Dixwazin di nava gel de cih bigirin. Wisa ji wan bawer dikir. Hevalê Riza mîna Çemê Firatê bû. Sekinîn nedizanî. Serê sibehê heta êvarê dixebitî. Li cem wî xew tune bû û her tim dixwest xizmetê bike. Jixwe gelê me jî pratîka wî dizane.” 
 
'EM Ê XWEDÎ LI BÎRANÎNÊN WAN DERKEVIN’
 
Bariş, destnîşan kir ku ew ji ber ked û têkoşîna wan van rojan dijîn û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em qedirê van mirovan bizanin. Divê em deynê xwe yê wefayê yê ji bo van mirovan bidin. Tenê li Zindana Amedê 52 mirovên me bi îşkenceyê hatin kuştin. Divê em bi qedr û qîmetê van bizanin. Ez bi vê baweriyê îro li vir im. Em çi bikin jî dê nekarin heqê wan bidin. Em minetdarên wan in û divê em ji mîrateya wan re bibin bersiv. Me dixwest ku bi awayekî cuda wan bibîr bînin û oxir bikin. Me dixwest ku ew jî van rojan bi çavên xwe bibînin. Ev roj, xeyala wan tevan bû. Ez xemgîn im ku girseyên îro li vir kom bûne nabînin. Lê ez bawerim ku ruhê wan şad e. Çavên wan vekirî neçûn, ev gel xwedî li wan derket. 50 salan têkoşiyan. Em ê îro wan li cihê me ew nas kirin bi bîr bînin. Hem xemgîn hem keyfxweş in. Em ê xwedî li bîranînên wan derkevin.”