Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn

  • rojane
  • 14:22 18 Gulan 2025
  • |

AMED -Jinan, beriya bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xistin.  

Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîma bîranînê ya girseyî tê lidarxistin. Jinên bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Birca Tek Kapiyê hatin cem hev, ber bi qada ku dê bîranîn lê were lidarxistin ve meş li dar xistin. 
 
Di meşê de pankarta “Dê her tim weke rêber di têkoşîna me bijîn” hate hilgirtin. Her wiha posterên Kaytan û Altûn hatin hilgirtin. Jinan, di meşê de dirûşmên “Heval Fuat- Heval Riza rûmeta me ne”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin.