Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 13:54 18 Gulan 2025
  • |
img
AMED - Dayikên Aştiyê yên ji Mêrsînê ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatine Amedê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li Amedê bîranîneke girseyî bê lidarxistin. Bîranîn dê îro saet di 15.00’ê de li Qada Şêx Seîd bê lidarxistin. 
 
Dayikên Aştiyê yên ji Edene û Mêrsînê hatin Amedê, gotin ku ew ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine Amedê. Dayikên Aştiyê gotin: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em ji dewletê bawer nînin lê hêviya me ji pêvajoya tê meşandin heye. Heke dewlet jidil be, bila mafên Kurdan bide. Em zêdetir deng bidin banga Abdullah Ocalan û aştiyê.”