Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin

  • rojane
  • 12:17 18 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Beriya bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Amedê, gelek welatî ji bajarên cuda ber bi Amedê ve bi rê ketin. 

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê îro saet di 15.00’ê de li Qada Şêx Seîd a Amedê bi girseyî bên bibîranîn. Amadekariyên li qadê temam bûne û gelek welatiyên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo beşdariya bîranînê ber bi Amedê ve bi rê ketin. 
 
Welatiyên Wan, Agirî, Edene, Mêrsîn, Riha, Dîlok û Şirnexê jî ji bo beşdarbûna bîranînê bi rê ketin. Welatiyên gihiştin Amedê, li Qada Şêx Seîd kom dibin.