Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin

  • jin
  • 15:54 30 Kanûn 2025
  • |
img

KONYA - Ji bo Şerîfe Çelîktaş ku rastî tundiya sîstematîk a hevjînê xwe dihat û mafê xwe yê rewa yê xweparastinê bi kar anî, 24 sal cezayê hefsê hat xwestin. 

 
Jina bi navê Şerîfe Çelîktaş ku 17 salan ji hêla hevjînê xwe Omer Çelîktaş ve bi awayekî sîstematîk dihat îşkencekirin û gefa kuştinê li wê û malbata wê dihat xwarin, li dijî vê îşkenceyê mafê xwe yê rewa yê xweparastinê bi kar anî. Danişîna 2’yemîn a doza Şerîfe Çelîktaşê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat lidarxistin. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzerê Şerîfe Çelîktaşê, malbata wê û şahid di danişînê de amade bûn. Şerîfe Çelîktaş ku ji Sibata 2025’an heta niha girtî ye, bi hinceta “pirsgirêka teknîkî ya SEGBÎS’ê” tev li danişînê nebû. 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN   
 
Şahidên bûyerê di danişînê de axivîn. Şahidan, got ku di roja bûyerê de ew jî di wesayîta ku faîl Omer Çelîktaş bi darê zorê Şerîfe Çelîktaş lê siwarkirî de bûn, tundî di wesayîtê de jî berdewam kir. Şahidekî got: “Kekê Omer kesekî zalim bû, li Şerîfeyê dixist.” Şahidan, destnîşan kir ku Omer Çelîktaş her tim xerabî li Şerîfe Çelîktaşê dikir, di dema bûyerê de Şerîfe Çelîktaşê xwestiye biçe qereqolê lê Omer Çelîktaş tundî û heqaret lê kiriye. 
 
CEZA JÊ RE HAT XWESTIN  
 
Dozger jî bi îdiaya “Bêyî ku tehrîkek hebe hevjînê xwe bi qesdî kuştiye” 24 sal cezayê hefsê ji bo Şerîfe Çelîktaşê xwest. Şandeya dadgehê, danişîna biryarê da 16’ê Nîsana 2026’an. 
 
Parêzerê Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin parêzer Çîsel Demîrkan piştî danişînê axivî û got: “16’ê Nîsanê dîrokeke krîtîk e. Şerîfe Çelîktaş, di çarçoveya mafê xweparastina rewa de tevgeriya. Ev dosya ne dosyayeke cînayetê ye. Bizava ji bo parastina canê xwe bû.”