Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê

  • jin
  • 09:54 18 Gulan 2025
  • |
img

ENQERE - Têkoşîna 16 jinên ji Şaredariya Çîgliyê ji kar hatine avêtin didome. Jinan, diyar kirin ku ew ji hev hêzê digirin û gotin: “Me ev gav ji bo hemû jinên keda wan tê xwarin avêt.” 

Şaredariya Çîglî ya Îzmîrê ya CHP’î, di sala 2024’an di dîrokên cuda de 147 karker ji şaredariyê derxist. Ji van karkeran 16 jê jin in. Jinên ji kar hatine avêtin ji bo balê bikişînin ser neheqiyên li wan hatine kirin û ji bo dengê xwe bidin bihîstin, têdikoşin. Jinên karker ên di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de ber bi Enqereyê ve meş dan destpêkirin, piştî meşa 10 rojan gihiştin Enqereyê. Çalakiya li pêşiya Navenda Giştî ya CHP’ê dane destpêkirin jî di roja 7’an de didome. 
 
Sîbel Yildirim, Gamze Kendîgelen û Hale Oren Ozdînçer têkildarî armanca çalakiya xwe axivîn û gotin ku ew dixwazin hem karê xwe dîsa bi dest bixin hem jî li dijî hewldana tunehesibandina keda jinê têbikoşin. 
 
'ME HÊZ JI HEV GIRT’
 
Sîbel Yildirim, da zanîn ku çalakiya wan zêdetirî 11 meh in didome û got: “Di vê demê de me zehmetiyên madî û manewî jiyan. Me ji hev hez girt û bi rêya piştevaniyê çalakiya xwe domand. Heta ku encameke erênî bi dest dixin jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Ev pêvajo ne tenê me, bandorê li malbatên me jî dike. Heke piştgiriya madî û manewî tunebûya me nedikariya vê pêvajoyê derbas bikin.” 
 
‘JINBÛN LI TIRKIYEYÊ ZEHMET E’
 
Gamze Kendîgelen jî got: “Me azadiya xwe ya aborî winda kir. Em nikarin pariyê nan bibin mala xwe. Me xwe mecbûr hîs kir ku di vê rêyê de bimeşin. Em rastî gelek zehmetiyan hatin. Li Tirkiyeyê jinbûn zehmet e. Em 16 jin bi hev re derketin rê. Me ev gav ji bo hemû jinên keda wan tê xwarin avêt. Li Tirkiyeyê pirsgirêka jinê mezin e. Di vê rêyê de jinan piştgirî dan me. Ji bo li vî welatî hin tişt baş bibin divê jin xurt bin û azadiya xwe ya aboriyê bi dest bixin.” 
 
‘EM Ê HETA DAWIYE LI BER XWE BIDIN’
 
Hale Oren Ozdînçer jî destnîşan kir ku meşa jinan a di civakeke mêrserdest de gaveke mezin e û got: “Di rê de em piranî rastî piştevanî, xwişk-biratî û hezkirinê hatin. Carnan jî gef li me hatin xwarin. Tacîza devkî hate kirin. Em biçûk hatin dîtin. Ji ber ku berxwedana jinan û daxwazkirina mafên xwe, di nava civaka bavilsalar de zehmet e. Lê me guh nedayê û me meşa xwe domand. Em ji bo hemû jinên rastî bêedaletiyê hatin meşiyan. Em ji bo kedkaran meşiyan. Di her zehmetiyê de me pişta hev girt. Em ji bo ked, azadî û zarokên xwe meşiyan. Em spasiya her kesên bûne alîkar dikin. Heke ne j piştgiriya wan bûya dê me nekariya ewqas bimeşin. Heta ku dengê me tê bihîstin jî em ê li pêşiya Navenda Giştî ya CHP’ê bin.”