Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne

  • rojane
  • 09:01 14 Kanûn 2025
  • |
img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ku gelek gundên wê qedexe ne, welatî tenê salê carekê dikarin serdana gundên xwe bikin. Welatiyan li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “PKK vekişiya, êdî hinceta we nema, gelo çima gundên me hêj qedexe ne?”
 
Li navenda Colemêrgê û navçeyên Çelê, Gever û Şemzînan, di salên 1993-95’an de gundên ku ferzkirina sîstema cerdevaniyê qebûl nekirin, ji aliyê dewletê ve bi zorê hatin valakirin û dû re jî hatin şewitandin. Ev qedexeyên li ser gundên ku bi zorê hatine valakirin, 30 sal in didomin. Îro hêj gelek gund, tenê bi destûra taybet a qeymeqamtiyê an jî cendirmeyan mirov dikare biçe. Welatî salê tenê carekê di demsala payîzê de destûrê digirin, ew jî tenê ji bo çend saetan e. Li hin gundan jî ji ber qedexeya 30 salî û polîtîkayên "ewlehiyê", hîn jî çûyîna welatiyên sivîl qedexe ye.
 
Gundên Bilêcan, Marîfan, Şivîşk, Talîsan, Seranî, Ertoş, Erbîş, Erîj, Şiliko, Hîlcaş, Canmeda, Bêcelan, Helalî, Şîvrezanê, Jiyaniş, Serêsêvê, Bê, Şûke, Gorbe yên navçeya Çelê ya Colemêrgê; Şûkê, Zerê, Dêrê, Çevrecik, Bêlî, gundê Demirî, Elesan, Nirik, Oramar yên Geverê; Bogalte, Herkî, Bodavî, Bayê, Raşîda, Doyê, Tuyo yên Şemzînanê qedexe ne. Çûyîna 35 gundên Colemêrgê zêdetirî 30 sal in qedexe ye.
 
Welatiyên ku zêdetirî 30 sal in nikarin biçin gundên xwe, anîn ziman ku rexmê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî qedexeyên li herêmê hîn nehatine rakirin û xwestin ku biçin gundên xwe û tev li pêvajoya avakirinê bibin.
 
'QEDEXEYAN RAKIN'
 
Recep Aktaş ê 65 salî ku 30 sal in nikare biçe gundê xwe yê Marîfanê, diyar kir ku van qedexeyan bi awayekî keyfî tên domandin û mafê wan ê vegerê bi salan e hatiye rawestandin û ev tişt got: “Dewletê di salên 90’î de dest bi ferzkirina sîstema cerdevaniyê li gundan kir. Zêdetirî mehekê sîstema cerdevaniyê bi zorê li gundê me hat ferzkirin. Ji ber ku me 60 malan cerdevanî qebûl nekir, em neçar man ji gundê xwe koç bikin. Dema em hatin Colemêrgê jî me gelekî zehmetî kişand. Me zehmetiyên debarê dît. Piştî gund hat valakirin, hat şewitandin. Tiştek li gund nehiştin. Mirov bi tirs û xofê, bi lingên tazî neçar man ji gundên xwe derkevin.”
 
Aktaş diyar kir ku di pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de, dewlet ne jidil e û wiha pê de çû: “Rexmê ku salek e ev pêvajo dest pê kiriye, hîn tu gavek hiqûqî nehatiye avêtin. Gotinên xweş dibêjin, lê di pratîkê de tiştek tune. Tevî vê pêvajoyê jî em hîn bi destûrê diçin gundên xwe, gundên me hîn qedexe ne. Kes nikare biçe gundê xwe û cotkariyê bike, nikare li gundê xwe xanî ava bike. Madem pêvajo heye, aştî heye; madem PKK'ê çekên xwe şewitand, êdî bila dewlet jî ya pêwîst bike. Bila qedexeyên li ser gundên me rake, em biçin gundên xwe. Niha li Çelê bi dehan gund qedexe ne. Kesên diçin, tavilê li ser wan lêpirsîn û doz tên vekirin. Jidilbûna xwe di vê pêvajoyê de nîşan bidin, qedexeyan rakin, em biçin gundên xwe.”
 
‘PKK VEKIŞIYA, ÇIMA EV QEDEXE DIDOMIN?’
 
Remziye Akbaş (50) a ji gundê Şivişkî yê Çelê, anî ziman ku heke qedexe rabe ew ê gundên xwe ji nû ve ava bikin û wiha axivî: “Berî gundê me were valakirin, jiyan hebû. Ajalên me, darên me, zeviyên me hebûn. Her malê herî kêm 150 pez hebû. Tevahiya gund debara xwe bi vî awayî dikir. Lê gundên me hatin valakirin û 37 sal e em nikarin biçin. Salê carekê di saet 10.00’an de diçin û em tenê dikarin saetekê bimînin. Em dixwazin biçin gundê xwe û cotkarî û çandiniyê bikin. Lê qedexe ye, em nikarin biçin. Em malbatên welatparêz in, lewma têketina me qedexe ye. Zêdetirî 30 salan e ez neçûme gund. Niha jî ger bêjin herin, em ê herin, gundê xwe ava bikin û li wir bijîn. Hîn jî ji bo em herin gundê xwe divê em ji cendirme û qeymeqam destûrê bigirin. Heta niha PKK’ê dikirin hincet, lê PKK’ê ragihand ku ji van deran vekişiyaye. Gelo çima ev qedexeyên heyî hîn didomin, çima em nikarin biçin gundên xwe?”
 
SALÊ TENÊ SAETEKÊ DIÇIN
 
Omer Akbulak (62) ê ji gundê Seranî yê Çelê, diyar kir ku rexmê pêvajoyê jî qedexeya gundan nayê qebûlkirin û ev tişt got: "Di sala 1995’an de em ji gundê xwe hatin derxistin. Em dixwazin dîsa biçin gundê xwe û ava bikin. Em li gundên xwe ji dayik bûn, em li wir mezin bûn û me jiyanek ava kir. Em dixwazin dîsa bi awayekî azad biçin gundên xwe û li wir bijîn. Bi zorê em derxistin. Ev 30 sal in em nikarin biçin gundên xwe. Tenê di payîzê de carekê destûr tê dayîn, ew jî çend saetan e. Niha ji bo qedexeya gundan tu hincet nema. Ger ew di vê pêvajoyê de jidil bin, divê ev qedexeyên li ser gundên me rabin.”
 
‘EM DIXWAZIN AVA BIKIN’
 
Gurgîn Bozdag ê ji gundê Talisa yê Çelê, wiha got: "Dewletê destûr neda ku em li gundê xwe bimînin, bijîn û debara xwe bikin. Hîn jî baş tê bîra min; ez biçûk bûm, dewlet hatibû gund. Bavê min serberjêr daliqandin, xwê bi lingên wî didin û lêdidan. Ev qet ji bîra min naçin. Keça min 5 roj û 5 şevan rastî îşkenceyê hat, tayek por bi serê wê ve nehiştin. Lê girêdana me ya bi axa me re qet kêm nebû. Em hîn jî ji gundê xwe pir hez dikin. Her yek ji me 500-600 pez hebû. Lê dewletê ji bo me kir kabûsek. Berê digotin 'PKK heye' û ji ber vê yekê qedexe dikirin. PKK'ê hêzên xwe vekişand, lê dewletê tu gav neavêt û gundên me hîn qedexe ne. Em dixwazin gundên xwe ava bikin, em dixwazin zarokên me vegerin malên xwe, em dixwazin deriyên girtîgehan jî vebin.”
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

14:57 Şîna Mûrat Kalkan bi girseyî hat ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 Xelkê Licê li dijî tiryak û fihûşê dimeşe
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin