Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye

  • rojane
  • 09:23 4 Kanûn 2025
  • |

MERSÎN - Rojgul Ozdemîr a ku dema bavê wê hat girtin 3 salî bû, diyar kir ku dema 7 salî bû çûye ziyaretê û ev 29 sal in rêya girtîgehê çaverê dike û got: “Gelek nexweşiyên giran ên bavê min hene. Em jî mîna gelek malbatan, li benda berdana bavê xwe ne.”

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya sala 2025’an, di girtîgehan de bi kêmanî hezar û 412 girtiyên nexweş hene, ku ji wan 161 jin û 1251 mêr in. Ji van 335 kes di statûya girtiyên nexweş ên giran de ne. Yek ji girtiyên nexweş ên giran jî Yildirim Demîr ê 61 salî ye ku di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê de tê ragirtin.
 
Demîr, di 28’ê Îlona 1996’an de li Mêrsînê hat binçavkirin û piştî îşkenceyên giran hat girtin. Di darizandina li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Mêrsînê de, cezayê muebedê (36 sal) li Demîr hat birîn.
 
Demîr, hem ji ber îşkenceya giran a di dema binçavkirinê de, hem jî ji ber binpêkirinên mafan ên di dema girtîgehê de, bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû maye: Nexweşiya prostatê, ji sedî 90 di çavê rastê û ji sedî 40 di çavê çepê de kêmdîtin, qetandina menuskusa di her du çokan de, apneyê xewê, vertîgoya asta bilind, kêmbûna bihîstinê, windakirina hevsengiyê, bronşîta kronîk, serêşa kronîk, gastrît û ulsera mîdeyê, nexweşiya rûviya irritabl (nexweşiyeke gastroînstestinal ku dibe sedema navçûyînê, gaz û qebizbûnê û herwiha firka zik a biêş), hemoroîdên hundir û xwînrijîna mîdeyê. Rojgul Ozdemîr a ku dema bavê wê hat girtin 3 salî bû, hem serboriya xwe hem jî rewşa bavê xwe nirxand.
 
DEMA BAVÊ WÊ HAT GIRTIN 3 SALÎ BÛ
 
Rojgul Ozdemîr, diyar kir ku dema bavê wê hat girtin ew 3 salî bûye û diya wê ew û 2 birayên wê bi tena serê xwe mezin kiriye.
 
 
Rojgul Ozdemîr, rave kir ku diya wê di wê demê de her dem ji wan re digot, “Bavê we çûye kar û karê wî wê dirêj bidome,” û wiha got: “Yekem car ez 7 salî bûm, çûm Girtîgeha Ceyhanê ku bavê min lê bû û min bavê xwe nas kir. Malbata min ji bo ez bandor nebim, li wir jî ji min re gotin, ‘bav bi karê siwaxê re mijûl e, dema karê wî xilas bibe, dê vegere malê.’ Diya min di nava têkoşîneke jiyanê ya zehmet de em mezin kirin. Dema ez bûm 21 salî, zewicîm. Lêbelê ji ber ku bavê min li cem min nebû, ez şahîyeke dilşikestî jiyam. Tenê tişta ku dilê min aram dikir, nameya bavê min a ji girtîgehê şandibû, di daweta min de bi dengekî bilind hatibû xwendin, bû. Ji zaroktiya xwe ve min her li rêya girtîgehê çaverê kir û ez çûm serdana bavê xwe.” Rojgul Ozdemîrê wiha pê de çû: “Di wêneya malbatê ya berî girtina bavê min de, ez û 3 birayên xwe hene. Vê carê jî ez bi 3 zarokên xwe re çûm serdana bavê xwe li girtîgehê û me bi hev re wêneke malbatî kişand. Her du wêneyên me li kêleka hev in.”
 
GELEK NEXWEŞÎ Û ÎŞKENCE
 
Rojgul Ozdemîr, anî ziman ku bavê wê di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zehmetiya me ya herî mezin ew bû ku dema bavê me di girtîgehê de têdikoşiya, me jî li derve têkoşîna jiyanê dida. Diya min bi tena serê xwe di şert û mercên pir zehmet de zarokên xwe mezin kirin. Gelek nexweşiyên bavê min hene. Çavekî wî nabîne, yê din ji sedî 40 dibîne. Du caran xwîn ji mîdeyê wî çûye. Di her du çokan de menuskusa wî qetiyaye, guman tê kirin ku nexweşiya kanserê prostatê lê heye. Carekê biyopsî lê hatiye kirin, lê her tim tê taloqkirin û tedawiya wî tê astengkirin. Pêwîst e ji bo tedawiyê biçe Enqereyê, lê her tim tê taloqkirin û heta dermanên wî jî nayên dayîn. Vertîgoya wî ya asta bilind heye. Di destpêkê de li Girtîgeha Konyayê, Kurkçuler a Edeneyê, Ceyhan, Sêrt, Sîlîfke, Nevşehîr û niha jî ji sala 2016’an ve li Boluyê tê ragirtin.”
 
29 SAL IN LI SER RÊYA GIRTÎGEHÊ NE
 
Rojgul Ozdemîrê, destnîşan kir ku çûyîn û hatina ji bo serdanên girtîgehê du rojan didome û ev pêvajo ji bo wan bûye rêbazeke din a "îşkenceyê" û wiha got: "Ji vir çûyîna Sêrtê, ji vir çûyîna Konyayê, ji vir çûyîna Boluyê, ji bo me bi temamî îşkence ye. Bavê min li wir çûyîna me çaverê dike. Em jî mecbûr in ku ji bo çûyîna hevdîtinê di aliyê madî û manewî de xwe amade bikin. Ji bo me cihê herî zehmet Bolû ye. Dema em bi otobusê diçin, 11-12 saetan dikişîne. Piştî ku me 40-45 deqe hevdîtina xwe kir, em derdikevin û vedigerin. Ango çûyîn û hatina me du rojan didome. Ew ji bo wan zilmeke cuda ye, ji bo me jî zulmeke cuda ye. Dixwazin me bêzar bikin."
 
'LI DIJÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE'
 
Rojgul Ozdemîrê anî ziman ku malbatên girtiyan piştgirên herî mezin ên pêvajoyê ne û bang kir ku gav zûtir bên avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek malbat mîna me li benda berdanê ne. Salek e pêvajo tê rêvebirin û em piştgirên herî mezin ên wê ne. Hevdîtineke Komisyonê bi Abdullah Ocalan re hat kirin, lê berdewamiya wê nayê. Em meraq dikin û bi fikar in ka çima gelek girtiyên nexweş, di serî de bavê min, nayên berdan. Gelek girtiyên nexweş hene ku dema berdana wan hatiye, lê nayên berdan. Ev yek ji bo me de fikar çêdike û ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Min 30 sal ji bavê xwe dûr derbas kir. Ez naxwazim kesên din vê pêvajoyê bijîn. Divê pêvajo bigihêje encamekê. Wekî malbatên girtiyan, divê rewşa me jî li ber çavan bigirin. Dema bavê min ket girtîgehê ez zarokeke biçûk bûm, niha zarokên min ji temenê min ê wê demê gelekî mezintir in.”
 
MA / Mehmet Guleş - Abdulkadîr Aytan     
 

Sernavên din

07/12/2025
21:30 Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
19:54 Li Eskîşehîrê kursa Kurdî hat astengkirin
18:51 PYD: Avakirina Sûriyeyeke nû bi demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e
18:35 Konferans bi dawî bû: Em ji bo hêza gotinên Ocalan bibin welatê xwe li vir in
16:51 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Fîlozof John Holloway: Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî': Êdî Kurd tev li pergala avaker a Rojhilata Navîn bûne
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî