Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike

  • rojane
  • 10:16 5 Mijdar 2025
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Ziya Pîr diyar kir ku beşdariya xurt a li mîtînga ku dê di 8'ê Mijdarê de li Kolna Almanyayê bê lidarxistin, dê destê Abdullah Ocalan xurt bike û got: "Werin em hemû di 8'ê Mijdarê de ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan doza mafên xwe bikin." 
 
Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya bi navê "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka kurd" de, dê di 8'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Almanyayê bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo" meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Di meş û mîtîngê de dê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were xwestin. 
 
Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr ku beşdarî xebatên mîtîngê bû, xebat û amadekariyên ji bo mîtîngê tên kirin nirxandin.
 
Pîr bal kişand ser girîngiya mîtîng û meşa ku tê payîn di 8'ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin û got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek e berdewam dike. Armanca mîtîngê ew e ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka kurd were misogerkirin. Dema ku pêvajo dest pê kir, em hemû bi baldarî nêzîk bûn. Ev nêzîkatiya bi baldarî berdewam dike. Di nêzîkî salekê de, aliyê kurd gavên girîng û wêrek avêtine, wek fesixkirina rêxistinê û vekişîna gerîlayan. Lêbelê, dewletê beranberî vê tu gav neavêtiye. Dewlet, ji gotina 'Em ber bi armanca Tirkiyeyeke bê teror ve diçin' wêdetir neçûye. Li meclisê komîsyonek hatiye avakirin. Komîsyon bi tevahî 16 civîn li dar xistine û guh daye sazî û hin kesan." 
 
‘EV PÊVAJO JI BO GELAN FIRSENDEK E'
 
Pîr destnîşan kir ku aştî ji bo gelê Tirkiyeyê derfetek e û got: "Ji ber vê yekê, divê em zû tevbigerin. Tê gotin ku di hefteyên pêş de dê rapor bên amadekirin. Di vî warî de, nêrîn û bangawaziya birêz Ozgur Ozel ji bo derdora wî baş e. Wî daxuyaniyên piştgiriya pêvajoya aştiyê dan. Wekî din, welatî der barê pêvajoyê de di rola 'temaşevanan' de dimînin. Mîtînga me ya 8'ê Mijdarê derfeteke baş e ku em ji vê rola temaşevaniyê derkevin û bibin hevkarê pêvajoyê. Ji ber vê yekê, em her kesî vedixwînin Kolnê. Her kesê ku girîngiyê dide aştiyê divê were û ne tenê wekî temaşevan an alîgir, wekî aliyekî vê pêvajoyê beşdar dibe û rolekê bigire. Divê gelê me li wir bêje, 'Ez jî heme.'" 
 
‘MUZAKERE DI NAVA ÇAR DÎWARAN DE NABE'
 
Pîr, di çarçoveya mîtîngê de bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û got: "Dema ku hûn li mînakên ji çar aliyên cîhanê dinêrin, danûstandin nikarin di hucreyeke piçûk a di nav çar dîwaran de werin kirin. Mînak, Serokê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela di hucreyekê de dest bi danûstandinan kir lê paşê ew birin malekê. Ji wir, azadiya xwe ya fizîkî bi dest xist. Birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Rapor û hevdîtin ji derve tên ragihandin, lê divê ew azadtir be û karibe pêwendiyê bi derve re deyne. Bi vî rengî, ew dikare danûstandinan çêtir û zûtir birêve bibe."
 
‘DÊ DESTÊ BIRÊZ OCALAN XURT BIKE'
 
Pîr diyar kir ku ew ê di mîtînga li Kolnê de bang li du muxatabn bikin û got: "Muxatabên me hem Tirkiye û hem jî desthilat û civakên welatên ku em lê ne. Em ji civaka Tirkiyeyê re dibêjin, 'Em li aliyê aştiyê ne, divê hûn jî li aliyê aştiyê bin.' Mîtîngeke bihêz dê destên birêz Ocalan û DEM Partiyê xurt bike."
 
BANGAWAZÎ
 
Pîr da zanîn ku di mîtîngê de dê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê kirin û bal kişand ser gavên ku PKK'ê avêtine. Pîr destnîşan kir ku banga wan ji bo Ewropayê ew e ku PKK'ê ji lîsteya xwe derxin û wê wekî muxatab esas bigirin û got: "Ji lew re ew dibêjin 'Ez jî êdî bê çek im.' Divê mîtîng û meşa îsal ji yên salên borî xurttir be. Ez bang li her kesî dikim. Roja şemiyê werin em doza mafên xwe bikin. Em ê mîtîngê di nava du piran de çêbikin. Em wan her du piran bihejînin." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

11/11/2025
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin