Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe

  • rojane
  • 09:59 28 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Ozturk Turkdogan ê DEM Partiyî diyar kir ku bi pêngava Tevgera Azadiya Kurd hinceta "tundûtûjiyê" ya detshilatê ya der barê rêziknameyên qanûnî de ji holê hatiye rakirin û got: "Divê desthilat gavên demokratîk bavêje. Ger neavêje, dê teşhîr bibe." 

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, biryara Tevgera Azadiya Kurd a vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê, yek ji rojevên herî girîng e ku tê nîqaşkirin. Hat ragihandin ku vekişîn di çarçoveya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê de û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin. Piştî daxuyaniya dîrokî ya li Qendîlê, careke din hemû çav çûne ser gavên pêwîst ên dewletê.
 
Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan, têkildarî gavên pêwîst ên ku divê desthilat û dewlet bavêjin nirxandin kir. 
 
GAVÊN HIQÛQÎ
 
Turkdogan, girîngiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin destnîşan kir û got ku bi heman rengî girîng e ku gavên qanûnî li gorî pêdiviyên pêvajoyê werin avêtin. Turkdogan, got: "Divê ev komîsyon serdana birêz Ocalan bike û pêşniyazên wî wergire. Di nakokî û çareseriyên wan de, divê alî pêşî bi diyalogê û dû re jî bi danûstandinê ramanên hevdu nîqaş bikin. Ev tenê li ser bingeheke demokratîk dikare were kirin." 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku aliyê Kurd Abdullah Ocalan wekî aktorê sereke destnîşan kiriye û got: "Ji ber vê yekê, divê hûn bi muxatabê xwe re li ser vê mijarê biaxivin. Ez bawer dikim ku komîsyon dê di demeke nêzîk de vê kêmasiyê çareser bike. Dema ku ev kêmasî were çareserkirin, ew ê raporekê binivîse û pêşniyazên qanûnî bike. Ji ber ku ev pêşniyaz hîn nehatine bidawîkirin, em nikarin li ser wan nîqaş bikin, lê divê ew pêşniyazên ku dê bi berfirehî entegrasyona demokratîk hêsan bikin bin. Kesên ku çekên xwe deynin dê neçar bimînin ku li ser bingeheke demokratîk bijîn. Ji ber vê yekê ew ê çawa bijîn? Pêdivî ye ku hemû rêziknameyên qanûnî yên heyî werin nirxandin û divê guhertinên qanûnî werin kirin da ku ew li ser bingeheke demokratîk bijîn."
 
Turkdogan ku got "pêdivî bi qanûneke aştiyê heye" destnîşan kir ku divê mewzûata ceza hemû di ber çavan re bê derbaskirin. 
 
‘GER GAV NEAVÊJE DÊ TEŞHÎR BIBE'
 
Turkdogan bilêv kir ku pêvajo bêyî gavên qanûnî pêş nakeve. Turkdogan, diyar kir ku divê komîsyona hatiye avakirin pêşî nêrîna xwe li ser vê mijarê eşkere bike û got ku divê komîsyon li ser gelek rêziknameyên qanûnî, di nav de ewlehiya civakî ya gerîlayên ku çekên xwe danîne û dê vegerin, nêrîna xwe eşkere bike. Turkdogan got: "Tirkiyeyê ji ber tundiya ku li dijî PKK'ê bi kar anî gelek qanûnên xwe guherand. PKK êdî tune ye. Wê demê divê çi bike? Ji ber ku ev hincet hatiye rakirin, divê hemû qanûnên xwe ji nû ve binirxîne. Ger mezintirîn gefa ewlehiya neteweyî ya li ser we were rakirin, wê hingê hûn ê bê guman demokratîk bibin. Ew hinceta tundiyê ji desthilatê hatiye girtin. Ji ber vê yekê, divê gavên demokratîk werin avêtin. Lêbelê, ger neavêje dê teşhîr bibe. Ji ber ku wî ew qanûn ne tenê li dijî PKK'ê bi kar anîne. Ew li dijî her kesê muxalefetê hatine bikaranîn. Kesên ku qurbaniyên van qanûnan in dê bibêjin, 'PKK jî tune ye, hûn çima van qanûnan naguherînin?' Salek e ku pevçûn tune ye. Salek e ku kes nemiriye. Ma ev ne girîng e? Ev bi tena serê xwe girîngiya vê pêvajoyê nîşan dide. Ez bawer dikim ku desthilat dizane ku divê gav bavêje. Ev her gav li seranserê cîhanê wisa bûye. Ji bo afirandina modelek ji bo Tirkiyeyê, rêgezên ku li seranserê cîhanê tên zanîn hene û divê em wan li vir jî bi cîh bînin."
 
Turkdogan, anî ziman ku hê rewşeke şênber tune ye ku dê komîsyon biçe Îmraluyê ya na û got ku dibe ku ev di hevdîtina bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re têkeve rojevê. 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku lê divê komîsyona meclisê biçe wir hevdîtinekê bike û got ku piştî vê hevdîtinê dê pêşketin çêbibin. 
 
MA/Mehmet Aslan

Sernavên din

04/11/2025
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne