Hevseroka Giştî ya SYKP’ê: Karê ewil ew e ku mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin

  • rojane
  • 11:07 27 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû bal kişand ser biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û got: “Tekane karê ku divê cidî were kirin ew e ku Şertê Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê bikeve meriyetê û ji bo vê çarçoveya yasayî were avakirin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, têkildarî daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ragihand biryara vekişîna ji Tirkiyeyê dane. Feray Mertoglû, bi bîr xist ku ji sala 93’yan heta niha PKK’ê her tim ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya muzakere û demokrasiyê were çareserkirin, gelek caran agirbest ragihandiye û gerîla vekişandiye derveyî sînor. Feray Mertoglûyê, diyar kir ku lê her carê ev hewldan ji hêla dewletê û îktîdaran ve bêencam hatiye hiştin û got: “PKK, tevî tecrubeyên neyînî yên berê jî îro dîsa ji bo pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê veke û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, gaveke erênî û mînak avêt ku dikare pêşiya demokrasiya Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.” 
 
'PÊVAJO DI MERHELEYA MIJÛLKIRINÊ DE YE’ 
 
Bi domdarî Feray Mertoglûyê got ku avakirina komîsyonê û cihgirtina hemû partiyan a di komîsyonê de gaveke erênî ye lêbelê hêj di destpêkê de destûr neda jinên Kurd bi zimanê xwe biaxivin û got: “Nîşan da ku polîtîkaya mijûlkirinê dimeşînin. Ji bo li Ocalan ku muxatabê pirsgirêka Kurd e guhdarî nekin, hincetên cuda nîşan didin. Ev jî nîşan dide ku inyeta bloka faşîst gelek jî baş nîne. Bi aşkerayî pêvajo di merheleya mijûlkirinê de ye.” 
 
'DIVIYABÛ BEREVAJÎ VAN TEVBIGERIYAN’ 
 
Feray Mertoglûyê, destnîşan kir ku hewceye gavên inyeta baş bên avêtin û ev gav wiha rêz kir: “Berdana girtiyên nexweş, berdana girtiyên cezayê wan qediyaye, rakirina tayînkirina qeyûman çendek ji van gavan e. Lê mixabin, bloka faşîst li şûna vê hewl dide muxalefetê ji hev parçe bike, şaredaran digire, qeyûman tayîn dike û hwd. Yên di mijara aştî û demokrasiyê de jidil, diviyabû tiştên berevajî van bikira. Û ji bo vê jî hewcehî bi guherandina yasa û destûra bingehîn jî nedikir.” 
 
BAL KIŞAND SER ŞERTÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YA EWROPAYÊ 
 
Feray Mertoglûyê, got ku heke îktîdar jidil be bila weke karê ewil Şertê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê cîbicî bike û wiha pê de çû: “Bila şerhên heyî rake û xweseriya rêveberiyên herêmî nas bike. Mesele ne tenê avadaniya îdarî ya Komara Tirkiyeyê ye. Li holê pirsgirêka Kurd û Kurdistana hatiye parçekirin heye. Divê mantiqa ‘dijminatiya li Kurdan’ were guherandin û mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin. Wê demê dê pêşiya aştî û aramiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn vebe. Heta ev mafên kolektîf (ziman, çand, îdare, hiqûq) neyên naskirin dê mesele çareser nebe.” 
 
‘HEWCEHÎ BI ÇARÇOVEYEKE YASAYÎ HEYE’
 
Feray Mertoglûyê, got ku berevajî tiştên li jor destnîşan kiriye, tenê yek gavek pêşketin tune ye û wiha pê de çû: “Îktîdar li pey hesabên li Rojhilata Navîn û tunekirina destkeftiyên Rojava ye. Ji bo di hilbijartinê de jî bi ser keve navê ‘Tirkiyeya bêteror’ li pêvajoyê kir. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêzikatiyeke herî biçûk a erênî jî nîşan nade. Karê herî cidî ew e ku şerhên li ser Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê bên rakirin û çarçoveye yasayî yê mafên kolektîf ên Kurdan bê avakirin. Ev jî bi amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk pêkan e.” 
 
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
 
Feray Mergotlûyê, herî dawî bal kişand ser têgeha “entegrasyona demokratîk” û ev tişt anî ziman: “Entegrasyona demokratîk ew e ku her du alî hebûna hev nas bikin. Tişta esasî ya entegrasyon û asîmîlasyonê ji hev cuda dike ew e ku divê aliyê din bêyî şertekî deyne pêşiyê, hebûna aliyê din qebûl bike û ji bo vê hewl bide. Heke ev nebe, dibe ku rê li ber asîmîlasyonê veke.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

04/11/2025
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne