WAN - Rojnamevan Pune Aştiyanî ku pêşketinên li Îranê dişopîne, diyar kir ku dorpêçên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê niha veguherîne projeyeke piralî û got: "Her çend piraniya gel ji rejîmê nerazî bin jî, ew guhertinê bi destwerdana biyanî naxwazin."
DYA û Îsraîl polîtîkayên xwe yên li hemberî Îranê bi rêya mueyîdeyên aborî, hebûna leşkerî û zextên dîplomatîk dimeşînin. Çalakiyên leşkerî û mueyîdeyên navneteweyî yên li dora Îranê şiyana manevrayê ya Tehranê sînordar dikin. Peymanên Korîdora Zengezurê yên dawî li Başûrê Qefqasyayê jî rê dane DYA'yê ku li ser sînorê bakurê Îranê bandor bibe.
Rojnamevana Îranî Pune Aştiyanî der barê mueyîdeyên herêmî yên Îsraîlê li dijî Îranê û dorpêçên Amerîkayê de nirxandin kir.
POLÎTÎKAYA AMERÎKAYÊ
Pune Aştiyanî diyar kir ku DYA polîtîkayeke demdirêj li ser Îranê pêş xistiye û got: "Stratejiya demdirêj a DYA'yê ya li hemberî Îranê li ser du stûnan hatiye avakirin; zexta aborî û dorpêçkirina jeopolîtîk. Stûna yekem dorpêç in ku ji rêveberiya Obama vir ve bi tundiyeke cuda berdewam dikin. Ev dorpêç li ser sînordarkirina gihîştina Îranê ji bo çavkaniyên darayî, enerjî û teknolojiyê ne. Stûna duyem hebûna leşkerî û ewlehiyê ya DYA'yê li dora Îranê ye. Herêma Kendavê hem rêyeke enerjiyê ya girîng e û hem jî mifteya kontrola jeopolîtîk a Washingtonê ye. Ji ber vê yekê, hêzên deryayî yên DYA'yê li wir bi berdewamî tên xurtkirin û her nîşandana hêzê ji aliyê Îranê ve bi bersiveke tavilê tê pêşwazîkirin."
Pune Aştiyanî destnîşan kir ku cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê bi cezayên NY'ê veguheriye projeyeke piralî û got: "Lêbelê, di salên dawî de, ev siyaset bi Kendavê ve sînordar nebûye. Bi peymanên dawî yên li ser Korîdora Zengezurê, DYA'yê li Başûrê Qefqasyayê jî bandoreke operasyonî û avadaniyê bi dest xistiye. Her çend ev rê ji hêla qanûnî ve wekî axa Dewletên Yekbûyî nayê hesibandin jî, gihîştina taybetî ya Washingtonê ji bo vê korîdora transîtê û kêmbûna bandora Rûsyayê li herêmê xelekeke nû ya zextê li ser Îranê çêkiriye. Ji perspektîfa Tehranê ve, ev tê wateya dorpêçkirineke hevdem ji hem başûr û hem jî ji bakur. Ji bilî van her du stûnan, mekanîzmayeke qanûnî jî hatiye danîn. Dema ku ew werin aktîfkirin, dorpêçên NY yên li dijî Îranê dê ji nû ve werin sepandin, ev yek dê bingeha qanûnî û siyasî bide DYA û hevalbendên wê da ku zexteke aborî ya hevrêztir û berfirehtir pêk bînin. Bi kurtasî, dorpêç ku heta demek berê projeyeke yekalî ya DYA'yê bûn, niha veguheriye projeyeke piralî."
Pune Aştiyanî diyar kir ku van cezayan û hebûna leşkerî, digel bandoreke giştî ya li bakur, di heman demê de atmosfereke domdar a rageşiyê jî ava kiriye.
Pune Aştiyanî destnîşan kir ku Îsraîl û welatên Rojavayî Îranê wekî beşeke ji planên xwe yên ji nû ve avakirina herêmî dibînin û got: "Gefên Îsraîlê yên li dijî Îranê bi piranî psîkolojîk in. Îsraîl, DYA û Ewropa dizanin ku Îran niha xwediyê çekên nukleerî nîne û tu gefek tavilê çênake. Retorîka ku tê pêşkêşkirin beşek ji senaryoyek ji bo ji nû ve şekildana herêmê ye. Îro, nexşeyek herêmî ya nû li Rojava tê xêzkirin û Îran tenê perçeyek ji puzzle ye. Ezmûnên li Lîbya, Iraq û Sûriyeyê nîşan dane ku Rojava azadî û demokrasî neaniye van welatan. Hêza Îranê li ser erdê ji berê sînordartir e; bandora wê li Sûriyeyê pir sînordar bûye û gihîştina rasterast a sînorên Îsraîlê êdî ne mimkûn e. Ji ber vê yekê, wêneya Îranê ya wekî gefek tavilê ji ya ku bi rastî heye pir zêdetir wekî amûrek propagandayê û jeopolîtîk tê bikar anîn."
CIVAK PERÇE BÛYE
Pune Aştiyanî got: "Heke em li raya giştî ya navxweyî ya Îranê binêrin, civak pir dabeş bûye. Ji aliyekî ve, muxalefeta biyanî ya alîgirê monarşiyê piştgiriyê dide Îsraîlê û li bendê ye ku şer çêbibe. Lêbelê, qurbaniyên şer dê sivîl bin. Ji aliyê din ve, piraniya nifûsê, her çend ji rejîmê nerazî bin jî, guhertinê bi destwerdana biyanî naxwazin. Ezmûnên Iraq, Efxanistan û Lîbyayê di hişê her kesî de teze ne. Xelk dizane ku şer wêranî û hilweşîna civakî tîne, ne demokrasî. Her çend rejîma Îranê li welêt zordar û otorîter be jî, ew ne gefek herêmî ya cidî çêdike û ne jî kapasîteya wê heye ku şerekî mezin bide destpêkirin."'
Pune Aştiyanî destnîşan kir ku mueyîde li Îranê stratejiyeke "normalîzekirinê" dişopînin û got: "Rejîma Îranê êdî 'gefa ??derve' wekî amûra sereke ji bo kontrolkirina civakê bi kar nayne. Mueyîde û gefên rastîn ewqas eşkere ne ku gotinên gefxwarinê yên berdewam nikarin raya giştî razî bikin. Rejîm niha bêtir stratejiyeke normalîzekirinê dişopîne; ew bi îdiaya 'ceza bandorê li jiyana mirovan nakin' rewşê kêm dike û bi konser, çalakiyên çandî û kampanyayên geştiyariyê balê dikişîne. Mînak, zêdekirina destûrên konseran hem li hundir û hem jî li derveyî Îranê, an pêşkêşkirina wêneyek welatekî 'bextewar û ewle' ji geştiyar re, hemû beşek ji vê hewildanê ne. Îdiayên ku hin bandorkerên medyaya civakî yên biyanî, nemaze bandorkerên tirk, ji bo ku werin Îranê û vîdyoyên jinên ku bê serpoş digerin parve bikin, pere distînin, delîlek ji bo vê xeyala normalîzekirinê ye. Bi kurtasî, vegotina 'gefa ??derve' bi tevahî nehatiye terikandin, lê ew êdî ne pêşîniya sereke ye; stratejiya sereke normalîzekirin û balkişandin e."
Pune Aştiyanî diyar kir ku hêviyên civakê ji bo azadî û serfiraziyê nehatine bicîhanîn û xercaneyên biyanî bûne sedema krîzeke rewabûnêdo û wiha domand: "Stratejiya 'Mîhwera Berxwedanê' ya Îranê di siyaseta derve de ji bingeheke civakî ya navxweyî ya bihêz bêpar e. Rejîm bi salan hewl da ku vê yekê wekî 'erkeke olî û neteweyî' nîşan bide, lê gel bi krîza aborî, bêkarî û zehmetiyên darayî re têdikoşe. Dirûşmeya 'Ne Xeze, ne Libnan, ez canê xwe ji bo Îranê feda dikim' ku pir caran di çalakiyan de tê bihîstin, nîşan dide ku gel rewabûna çavkaniyên ku li derveyî welêt tên xerckirin nabîne û dixwaze pêşîniyê bide çavkaniyên navxweyî. Israra rejîmê li ser îdeolojiya berxwedanê bertekên neyînî derxistiye holê; hin kesayetên muxalefetê yên li derveyî welêt, ji ber vê siyasetê hêrs bûne, heta ji bo parastina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê hatine. Ev rewş hem xeternak e û hem jî xemgîn e. Li hundir, 'mihwera berxwedanê' wekî barekî nehewce û giran tê dîtin. Her çend hêviyên civakê ji bo azadî û serfiraziyê nehatibin bicîhanîn jî, xercên biyanî dibin sedema krîzek cidî ya meşrûiyetê."
MA / Zeynep Durgut