NAVENDA NÛÇEYAN - HRW’ê, hişyarî kir û got ku dibe xebatkarên leşkerî û îstîxbarî yên DYA’yê yên li Xezeyê piştgiriyê didin artêşa Îsraîlê ji sûcên şer berpirsyar bên girtin.
Dîrektora Washington a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) Sarah Yager diyar kir ku parvekirina îstixbarî ya DYA’yê ya bi Îsraîlê re û di plansaziya êrişê de rol lîstina wê, di aliyê hiqûqa navneteweyî de Washingtonê weke alîgirê şer dide xuyakirin.
Sarah Yager, got: “Xebatkarên leşkerî û îstixbarî yên DYA’yê û taşeronên ku alîkarî dane hêzên Îsraîlê, ji ber hovîtiya li Xezeyê dibe ku rojekê werin darizandin.”
Rayedarên DYA’yî jî qebûl kirin ku di pêvajoyên hedefgirtinê de koordînasyona nêz dane Îsraîlê û di êrîşên li dijî lîderên Hamasê de piştgiriya îstixbaratê hatiye dayîn. Her wiha hate ragihandin ku rêveberiya Trump sewqiyata 2.000 lîbre bombebayan a ji bo Îsraîlê, erê kiriye. Ku serokê berê Joe Biden berê ev sewqiyat asteng kiribû.
AMNESTY’Ê JI BO HILWEŞÎNÊN LI LUBNANÊ LÊPIRSÎN XWEST
Li aliyê din Amnesty Internationalê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê ketiye çarçoveya sûcê şer a “hilweşandinên mezin ên bi zanebûn hatine kirin” û bang kir ku lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku milkên sivîlan û erdên çandiniyê bi awayekî sîstematîk hatine tunekirin.