ÎZMÎR - Nameya ku Zekî Bayhan li Girtîgeha Îmraliyê têkildarî tecrîdê nivîsandibû bi sê zimanan hatiye wergerandin. Name di kovara Femînîst Asylum de hat weşandin.
Nameya ku Zekî Bayhan ê ku piştî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F'yê ya Îmraliyê hatibû kirin û li ser tecrîda li girtîgehan par bi tirkî hatibû nivîsîn bi sê zimanan hate wergerkirin.
Nameya Bayhan ku bi 7 sernavan di bin navê '7 Şibakeyên Tecrîdê' bi Kurdî, Îngîlîzî û Fransî hatiye wergerandin. Werger ji aliyê kolektîfeke ku ji bo piştgiriya bi girtiyên jin û LGBTQ+ ya li Parîsê hatiye avakirin ve hate kirin. Amadekariyên nameyê di Çileya 2024'an de dest pê kir û werger di Hezîrana îsal de temam bû. Name di kovara 'Femînîst Asylum' de hate weşandin û kovar salê carekê tê weşandin. Di hejmara 4'an a kovarê de, ku îsal hate weşandin, têkildarî nameyê ev tişt hate gotin: “Nameya Zekî Bayhan a ji girtîgehê şandî bang li me dike ku dema em li derve bin hundir ji bîr nekin.”
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÎHD) Şaxa Îzmîrê û parêzer Fatma Demîrer diyar kir ku çîroka nameyê bi panêla ku organîze kirine dest pê kiriye. Demîrer anî ziman ku wan di sala 2024'an de li ser tecrîdê panelek li dar xistin û Zekî Bayhan nameyek e ku bi tevkariyên hevalên xwe yên girtî ji vê panelê re şand. Fatma Demîrer got, "Name piştî ku li panelê hat xwendin, pir hat ecibandin. Naverok û rêbaza nameyê gelekî bandor li mirovan kir."
NAME PIR HAT ECIBANDIN
Fatma Demîrer da zanîn ku wan piştre nameya nirxand bi kolektîfa li Parîsê re parve kirine û wiha got: "Name li wir jî pir hat ecibandin. Piştre em li ser wergerandina nameyê ya bi zimanên din fikirîn. Wergera nameyê tenê ji Çileya 2024’an heta Hezîrana îsal bi awayekî kolektîf temam bû. Dema ku me fikrên xwe yên li ser nameyê ji Bayhan re vegot, got, 'Eger min zanîbûya wê ewçend bê ecibandin, min ê bêhtir li ser nameyê bixebitiya' û ew jî matmayî ma. Me hêdî hêdî werger temam kir. Her saziya ku me name parve kir, bersiveke erênî da me. Rêya ku girtiyekî ku ev 27 sal in di hundir de ye tecrîda xwe ragihîne ji hêla her kesî ve pir hatiye ecibandin."
Fatma Demîrer herî dawî got ku hê jî tecrîdkirina girtiyan dewam dike.
ZEKÎ BAYHAN KÎ YE?
Zekî Bayhan, di sala 1976’an de li Colemêrgê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Colemêrgê xwend û di sala 1998’an de dema li beşa Avahîsazî-Endezyarî ya Anadoluyê dixwend ji ber sedemên siyasî hat girtin. Di girtîgehê de beşa îktîsadê temam kir. 27 sal in girtî ye û piştî ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir sewqî Girtîgeha Îmraliyê hat kirin. Bayhan hê jî di girtîgeha Îmraliyê dimîne û heta niha gelek pirtûk nivîsandiye û nivîsên wî di kovar û rojnameyan de hatine çapkirin.
Pirtûkên ku Bayhan nivîsandiye wiha ne: "Paradîgmaya Demokratîk Ekolojîk Azadîparêz" (Belge, 2011), "Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21'an: Sosyalîzma Demokratîk" (Belge, 2015), "Neteweya Demokratîk - Ji Paradîgmaya Netewe-Dewlet a Komkujiyê Derketin" (Belge, 2016), "Xwegihandina Sifirê" (Aram, 2018), "Çima Paradîgmaya Nû ya Zanista Civakî I - Zanistên Civakî yên Nûjen û Xitimandinên Wan" (Belge, 2024), "Çima Paradîgmaya Zanista Civakî ya Nû II - Li ser Paradîgmaya Nû ya Zanistên Civakî û Sosyolojiya Azadiyê" (Belge, 2024) .
MA / Ugurcan Boztaş