Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe

  • rojane
  • 10:49 21 Tebax 2025
  • |
img
WAN - Dayikên Aştiyê, ji bo bilindkirina dengê aştiyê bang li her kesî kirin ku di roja şemiyê de tev li mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Wanê bibin.
 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê de dê li Wanê di 23’yê Tebaxê de mitîngekek mezin bê lidarxistin. Mitîng dê saet di 17.00'ê de li Parka Mûsa Anter bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî bi ser bikeve” bê lidarxistin. Mitîng bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tê lidarxistin. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî xebata amedekariyên mitîngê bûn, bal kişandin ser girîngiya civakîbûna aştiyê û çalakiyên girseyî. Dayika Aştiyê Kewê Işik, diyar kir ku Kurd nûnerên aştiyê ne û ev tişt got: “Gelê Kurd êşên mezin dît. Zarokên xwe winda kirin, gundên wan hatin şewitandin, talankirin û hatin koçkirin. Me gelek zor û zehmetî dît. Her du aliyan jî êşên mezin kişand. Bila her kes di heman mercan de azad bijîn. Bila êdî di nava me de aştî pêk bê. Ev 50 sal in me aramî nedît hêvîdar im nifşên piştî me bibinin. Ev mitîng ji ber vê yekê girîng e. Ez hemû gelê me vedixwînim mitînga xwişk û biratiyê.”
 
‘EM Ê BANGA RÊBERTIYÊ VALA DERNEXIN’
 
Hanîfe Koçê jî anî ziman ku rexmê hemû zilm û zordariyan gelê Kurd aştiyê dixwaze û got: “Bi şewata malan, gundan û bi îşkence, kuştin û bi girtinê ve tiştek bi dest nakeve. Xwezî me mirin û sirgûn nedîta. Ev 50 sal in em li Wanê dijîn, gundên me şewitandin, em sirgûn kirin ji ber vê yekê me warê xwe hişt. Hêvîdarim ku em ê di dawiya temenê xwe de jiyaneke azad, aştiyane û welateke demokratîk bibînin. Banga Rêbertiyê hemû cîhanê qebûl kir em ê vala dernexin. Mitînga ku partiya me li dar dixe mitînga aştiyê ye. Em vê Şemiyê hemû gelê Wanê vedixwînin mitîngê.”
 
‘JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ BILA HER KES BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBE’
 
Medîne Kiyakê, destnîşan kir ku Tirkiye bi salan e di şer de ye û ji ber vê rewşê hem zirarê madî û hem jî yên manewî dîtiye û wiha axivî: “Me mal, gund, ajal û ya herî girîng me zarên xwe di vî şerî de winda kir. Gelek caran em hatin sirgûnkirin. Gundên me tevî ajalên me şewitandin. Me êşên mezin dît lê êdî bi şer ve kes nagihîje cihekî. Me bi hezaran berdêl da, em dixwazin ku bila êdî berdel neyê dayîn. Em di aştiyê de bi israr in bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitîngê bibe.”
 
‘TENÊ BI AŞTIYÊ VE EM DIKARIN ÊŞÊN XWE JI BÎR BIKIN’
 
Dayika Aştiyê Perîhan Aslanê jî got: “Me dev ji malbat û malên xwe ber da û ji gundên xwe hatin sirgûnkirin. Rexmê hemû êşan em di aştiyê de bi israr in. Ger aştiyeke çêbe, em dikarin zilm û zordariyên ku em jiyane ji bîr bikin. Em her kesê vedîxwînin mitînga aştiyê.”

Sernavên din

13:36 Rêya Dêrsim-Erzinganê ji bo gel veguheriye xetereyeke mezin
13:05 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyaniyê dide
12:34 Bi girseyî çûn taziyeya Huseyîn Suguç
12:04 Narîn Guran hat bibîranîn: Em ê dev ji şopandina dozê bernedin
12:02 Li Wanê xebatên mitîngê navçe bi navçe didomin
11:21 Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye
11:17 Duran Kalkan: Divê li Meclisê li Rêber Apo bê guhdarîkirin
11:15 Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
10:53 Êrişên dagirkeriyê yên Îsraîlê: Filistînî ji Xezeyê derdikevin
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN