RIHA - DEM Partî û TJA bi jinên Hewagî re civiyan û têkildarî pêvajoyê agahî dan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê di çarçoveya pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de li navçeya Hewagê bi jinan re civiyan. Hevdîtin, li eywana civînan a Şaredariya Hewagê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di hevdîtinê de axivî û got: “Li dijî pergala dibêje ‘jinên Kurd tune ne’, me jî got ‘em li vir in’ û me têkoşîna xwe domand. Me gelek hînbûn serûbin kir û têkoşîna xwe berdewam kir.”
Piştî axaftinan, hevdîtin bi pirs û bersivandinê domiya. Hevdîtin, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.