ŞIRNEX - Polîsên ku di dema merasîma cenazeyê ya endamê HPG’ê Ferhat Tunç de êrişî girseyê kir, îro jî tevahiya malên şînê yên li taxê dorpêç kirin û mizgeft li îbadetê girtin.
Endamê HPG’ê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) di 30’ê Hezîrana 2017’an de li herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tunç, piştî 8 salan duh li warê wî navçeya Cizîrê ya Şirnexê di bin êrişa polîsan de hate definkirin. Zexta li ser mafê şîngirtinê yê malbatê jî bi sepanên cuda berdewam dike.
Malbata Tunç, xwest li mala şînê ya li Taxa Nûrê ya Cizîrê şîna xwe dane. Lêbelê polîsan tevahiya malên şînê û mizgeftên li taxê dorpêç kirin. Welatiyên dixwestin biçin mizgeftê jî ji hêla polîsan ve bi gotina “Ji bikaranînê re girtî ne” hatin astengkirin.
ROJNAMEGER HATIN ASTENGKIRIN
Rojnamegerên çûn Mizgefta Seyîd Suleyman, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Oruç ku hewl da dorpêça li pêşiya mizgeftê bikişîne, ji GBT’ê re hate derbaskirin û polîsan nehiştin dîmenan bikişîne.
BIRAYÊ TUNÇ HATE BERDAN
Li hêla din, birayê Ferhat Tunç, Servet Tunç ku duh di dema definkirina cenazeyê de hatibû binçavkirin, îro sewqî edliyeyê hate kirin. Tunç, ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Malbata Tunç dê îro bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Mezopotamyayê (MEBYA-DER) ve bi girseyî bê ziyaretkirin.