NAVENDA NÛÇEYAN - Çalkiya rûniştinê ya jinên Belûc ku bi daxwaza berdana serkirdeyên Komîteya Yakcetî ya Belucê û aşkerakirina aqûbeta windayan dabû destpêkirin, di roja 21’emîn de didome.
Çalakiya rûniştînê ya jinên Belûc ku bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta kesên bi zorê hatine windakirin û azadiya serkirdeyên Komîteya Yakcetî ya Beluc ên ku Pakistanê binçav kiriye hatiye destpêkirin, didome. Jinên ku di roja 21’emîn a çalakiya li pêşiya Kulûba Çapemeniyê ya Îslamabadê daxuyanî dan, gotin: “Em rexmê hemû cûrên destdirêjî, teşhir, tundî û gefan bi biryar in. Em bihêz in û li ser piyan ne. Hezkiriyên me bidin me, aktivîstên Belûc serbest berdin.”