EDENE - Di çarçoveya pêvajoyê de li Edene, Mêrsîn, Antalya û Hatayê bi sedan hevdîtin bi gel re hatin kirin. Siyasetmedarên di hevdîtinan de cih girtin, gotin: "Gel ji AKP'ê bawer nake. Dixwaze îktîdar gavan biavêje."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo “Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê” bi gel re gotûbêj bike û li fikir û pêşniyarên wan guhdarî bike, “Civînên Civaka Demokratîk” didomîne. Di vê çarçoveyê de li Edeneyê 54, li Mersînê 50, li Antalyayê 28 û li Hataye jî 12 civîn li dar xist. Hevserokên DEM Partiyê yên Edene, Mersîn, Antalya û Hatayê ku tev li civînan bûn, têkildarî bendewariyên gel axivîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn e û got divê pirsgirêka Kurd ne bi polîtîkayên ewlehiyê lê bi mizakere û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Aydemîr, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê bandoreke mezin li gel kiriye û ev tişt anî ziman: "Li Edeneyê me 54 civîn li dar xist. Gelê me xwedî li pêvajoya aştiyê derdikeve.”
Aydemîr, anî ziman ku dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye. Aydemîr, diyar kir ku ji bo xwîn nerije û êş dubare nebin hewceye hemû partiyên siyasî û saziyên demokratîk piştgiriyê bidin pêvajoyê.
‘TEMÎNATÊN HIQÛQÎ PÊWÎST E’
Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê Seher Cevheroglû jî destnîşan kir ku pêvajo hêviyê dide gelan û wiha domand: "Bi vê bangê re civakê ji nû ve bêhn stand."
Seher Cevheroglû, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku wan bi gel re 12 civîn li dar xistine û wiha bal kişand ser fikarên di nava civakê de: "Baweriya gel a ji AKP'ê nîne. Dibêjin bila gav bên avêtin. Bidawîkirina sepana qeyûm, berdana girtiyên nexweş ji bo baweriyê pêwîst dibînin. Ji bo aştiyê divê em bi rêxistin bin, têbikoşin. Ger em karibin civakê qaneh bikin, dewlet wê demê dê mecbûr bimîne ku gavan biavêje."
Bi domdarî Seher Cevheroglû banga piştgiriyê li partiyên muxalîf kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo xwedîderketina li aştiyê divê em kedê bidin. Ji bo aştiyeke mayînde, hewcehî bi hemwelatiya wekhev û temînata hiqûqî heye."
‘BI CESARET BIN, JI BO AŞTIYÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN’
Hevserokê DEM Partiyê yê Antalyayê Selamî Ozyaşar jî bi lêv kir ku pêvajo ji bo gel firsendeke dîrokî ye û got: “Ev ne tenê geşedaneke polîtîk e. Di heman demê de gaveke girîng e ku deriyê veguherînê li civakî vedike.”
Di berdewama axaftina xwe de Ozyaşar destnîşan kir ku heta niha li Antalyayê 28 civîn li dar xistine û anî ziman ku bendewariya sereke ya gel berdana girtiyên siyasî û gavên şênber ên dewletê ne. Ozyaşar, wiha pê de çû: "Pirsgirêka herî mezin bêbawerî ye. Lêbelê baweriya bi rêzdar Ocalan pir xurt e.”
Ozayaşar, diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê bi rêxistinên civaka sivîl û ciwanan re hevdîtinan dikin û wiha dom kir: "Divê polîtîkayên qeyûm bên bidawîkirin, mafê zimanê dayikê bê naskirin û mafên demokratîk bên misogerkirin."
Ozyaşar, bang li partiyên muxalefetê jî kir û got: “Bi cisaret bin û helwesta xwe ya ji bo aştiyê nîşan bidin. Divê aştî tenê ji wijdana îktîdarê re neyê hiştin. Bi xwedîderketina civakê dikare mezin bibe."
‘BENDEWARIYÊN GEL JI DEWLETÊ HENE’
Têkildarî mijarê Hevserokê DEM Partiyê yê Mersînê Hasan Cîde jî diyar kir ku li bajar 50 civîn bi gel re li dar xistine û ev tişt anî ziman: "Metirsiyên gel hene. Ji bo vê yekê jî li benda gavên şênber ên dewletê ne. Qanûnên têkildarê girtîgehan divê bên sererastkirin. Gel li bendê ye ku bi hezaran girtî bên berdan. Divê girtîgeh bên valakirin. Aştî ne tenê erka DEM Partiyê ye. Her welatî divê ji bo demokratîkbûnê berpirsiyariyê li xwe bigire. Divê saziyên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî vê pêvajoyê bibin.”
MA / Abdulkadîr Ayten - Hamdullah Yagiz Kesen