Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt

img
STENBOL - Aydin Aydogan ê ku di protestoya Dayikên Şemiyê de milê wî şikestibû, giliyê Suleyman Soylû kir û dadgehê gilî red kir. Aydogan got, "Biryar nîşan dide ku li welat lêgerîna mafan tê cezakirin." 
 
Parêzvanê mafê mirovan Aydin Aydogan di 25'ê Tebaxa 2018'an de dema çalakiya 700'emîn a Dayikên Şemiyê de rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşê de milê Aydogan şikest û derb li gelek cihê wî xistin. 
 
Aydogan gilî kir û piştî ku encam negirt vê carê jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê têkildarî serlêdanê biryara "îxlalkirinê" da. Piştî vê Aydin serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û xwest der barê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû de lêpirsîn bê vekirin. Serdozgeriyê bersiv da û got, "Bi pêşniyarnameyekê re ku bi piraniya temamiya hejmara giştî ya parlamenteran (...) wê bê dayin, pêkan e ku li dijî wezîran ji ber îdîayên sûcên têkildarî wezîfeya xwe lêpirsîn bê vekirin.
 
Aydogan di 22'ê Kanûna 2023'an de serî li Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK ) da. TÎHEK'ê bi vê yekê re nîşan da ku desthilatdarî bi parlamentoyê re derewan dike, serlêdan 'nayê pejirandin'. Di 23'ê Îlonê de serî li Dadgeha Îdareyê ya 17'emîn a Enqereyê hat dayîn. Dadgehê biryar da ku 'bêdestûr e' û dosya şand 25'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê. Dadgeha Îdarî ya 25'emîn a Enqereyê piştre ji TÎHEK'ê daxwaza parastinê kir.
 
PARASTINA TÎHEK'ê
 
TÎHEK'ê di parastina xwe de behsa armanca xwe ya damezrandinê kir. TÎHEK'ê da zanîn ku armanca wê ew e ku "mafên mirovan ên li ser bingeha rûmeta mirovahiyê werin parastin û pêşxistin, mafê şexsan wekhev bê dîtin û pêşî li cihêkariyê bê girtin ku ji maf û azadiyên ji aliyê qanûnî ve tên naskirin sûdê werbigirin." Her wiha hat diyarkirin ku yek ji peywirên wê ew e ku "lêkolîn kirin, biryargirtin û şopandina encamên binpêkirina mafên mirovan, binpêkirina qedexeya cudakariyê û binpêkirinên têkildarî kesên ku ji azadiya xwe bêpar in, an ji derveyî fîzîkî yan jî li ser serlêdanê."
 
Di parastinê de TÎHEK'ê îdia kir ku serlêdana Aydogan ne di çarçoveya erka wan de ye. Di parastinê de hat gotin, "(...) Di çarçoveya qedexekirina cihêkarî û mekanîzmaya pêşîgirtinê ya neteweyî de, ku di xala 9'emîn a Qanûna 6071'ê de hatiye diyarkirin, serlêdana li dijî Wezîrê Karên Hundir ê wê demê ku qadên lêkolînkirina serlêdanê lê tên nîşandan, têkildar e û serlêdan nayê nirxandin."
 
DADGEHÊ RED KIR
 
25'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryara xwe ya têkildarî serlêdanê aşkera kir. Di biryarê de xala 106'emîn a Destûra Bingehîn a bi sernavê "Alîkarên Serok, Ji bo Serokkomarî û Wezîran Tevdigerin" û hat destnîşankirin ku bi pêşniyarnameya ji piraniya hêsan a temamiya hejmara giştî ya parlamenteriyê re, li dijî serokkomar û wezîran lêpirsîn dikare were destpêkirin. 
 
Her wiha biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a 'îxlal' a der barê armancên sazûmankirina TÎHEK'ê de jî cih girt. Di biryarê de hat gotin, "Ji ber ku hatiye fêhmkirin ku daxwaza îdîager bi armanca destûrdayîna lêpirsîna li ser Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû hatiye amadekirin û ev daxwaza hatiye gotin neketiye bin hukmê darazê yê rêveberiya bersûc." Dadgehê li ser van sedeman doz red kir. 
 
Aydin Aydogan diyar kir ku divê TÎHEK li gorî "rêgeza wekheviyê" binpêkirinên mafên mirovan a wekheviyê lêkolîn bike. Aydogan wiha got: "Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser binpêkirina mafan weke mînak nîşan neda û bûyer binpêkirina mafên mirovan e jî biryara redkirinê hat dayîn." 
 
Aydogan anî ziman ku ev biryara dadgehê 'nayê qebûlkirin' wiha got: "Li gorî biryara ku di dosyaya navborî de hatiye girtin, min 18 hezar TL heqê parêzeriyê da. Ev biryar nîşan dide ku li welat lêgerîna mafan tê cezakirin. Lê belê, ji niha ve bi salan e em li kolanan berdêlan didin." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglu

Sernavên din

14:49 Bafil Talabani: Êzidîlerin taleplerini destekleyeceğiz
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû.
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin