NAVENDA NÛÇEYAN - Di danezana 6 xalî ya piştî civîna MGK'ê hat weşandin de, îşaret bi bi pêvajoya ji bo çareserkirina meseleya kurd û geşedanên li Sûriyeyê hat kirin.
Di civîna MGK'ê de ku bi serokatiya Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan de pêk hat, li ser pêvajoya ji bo çareserkirina meseleya kurd û geşedanên lid erveyî welêt hat sekinandin. Piştî civîna ku 3 saet û 45 deqeyan dewam kir de, daxuyaniyeke bi nivîskî hat weşandin.
Bi daxuyaniya nivîskî danezana 6 xalî ya MGK'ê hat weşandin. Di danezanê de careke din zimanê "Tirkiyeya bêteror" hat bikaranîn û wiha hat gotin: "Mesafeya hatiye meşandin û teserûfên ji bo siberojê hatin nirandin; bi avêtina qeyda ku tê xwestin li nigên welatê me bê xistin re hat destnîşankirin ku dê biratiya welatê me bêtir bikelije û em ê bileztir û bi îstiqrartir bigihên armancên xwe."
Di berdewama danezanê de li ser têkoşîna li dijî "FETO"yê, geşedanên li Suriye, Filistîn, Luban, Yemen, Îran û Ûkraynayê hat sekinandin û hat gotin ku Tirkiye ji bo aştiyeke mayinde amade ye ku mesûliyetê bigire ser xwe û bi her awayî tevkariyê bike.