MÊRDÎN – Cenazeyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz ê li Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 19 rojan anîn Stenbolê.
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Nîzamettîn Yilmaz di 11’ê Tîrmehê de li nexweşxaneyeke Yewnanistanê ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber kar û barên fermî cenazeyê Yilmaz 19 roj in nehatiye wergirtin û definkirin. Dihat payîn ku cenazeyê Yilmaz dê di 24’ê Tîrmehê de bînin navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û li vir were veşartin. Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê bi hinceta “Lêgerîna wî heye” destûr nedabû ku cenaze derbasî Tirkiyeyê bê kirin.
Tê payîn ku cenazeyê Yilmaz dê sibê şeveqê ji Balafirgeha Stenbolê bişînin navçeya Dêrikê û cenazeyê li Goristana Kaliko bê veşartin.