BEDLÎS - Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Exlatê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin û îşkence li wan kirin. Hate zanîn ku 8 girtî birîndar bûne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Exlatê ya Bedlîsê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin. Ji girtiyan 8 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; 22’yê Tîrmehê di saet 09.00’an de di dema jimartina sibehê de gardiyan çûne kawîşa girtiyan û eşyayên wan belav kirine. Li ser berteknîşandana girtiyan, gardiyanan îşkence li girtiyan kiriye.
Hate zanîn ku piştî êrîşê gardiyanan cihên girtiyan bi kêran dirandine û zirar dane eşyayên wan. Hate ragihandin nêzîkîsêmehan beriya niha jî heman bûyer qewimiye. Li ser laşên girtiyên rastî êşkenceyê hatine, birînên werm û şînbûnên mezin çêbûne û pîştî êşkenceyê jî ji ber ku li girtiyên ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin, kelepçekirin hatiye ferzkirin bêyî werin tedawîkirin ew vegerandine.
Malbatên girtiyan bang li baro, rêxistinên hiqûqî û parlamenteran kirin ku seredana girtîgehê bikin.