AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî diyar kir ku dê bi awayekî rêxistinkirî û bi biryar xwedî li " Banga Aştî û Civaka Demokratîk" derbikevin û got: "Em ê aştiyê rêvebibin. Em ê li her tax, her kolan, her malê aştiyê mezin bikin."
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî têkildarî geşedanên di rojevê de li avahiya Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.
Berîvan Bahçecî diyar kir ku pêvajoyeyeke ku wê bandor li pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û jinan bike tê jiyîn û wiha axivî: “Aştiya bi rûmet a ku bi salane gelê me bi hesreteke mezin li benda wê ye, êdî ne dûrî me ye. Bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin em ber bi avakirina civaka demokratîk ve dimeşin. Pêşengê kevneşopiya têkoşîna me rêzdar Ocalan, di vê pêvajoya qrîtîk de rêya çareseriyê pêşkeş dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku rêzdar Ocalan di 27’ê Sibatê de anî ziman, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevî gelên bindest, jin û baweriyên Rojhilata Navîn re wek perspektîfeke radîkal rêyên çareseriyê nîşan dide. Piştî vê bangê, biryara xwe fesixkirinê û çek danînê ya ku PKKê di 6-7’ê Gulanê de da, banga ku piştî tecrîda 26 salan rêzdar Ocalan bi vîdeoyekî di 9ê Tîrmehê de anî ziman û gava ku PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bi îmhakirina çekên xwe avêt, nîşan didin ku Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna xwe ya 52 salan derxistiye qonaxeke nû.”
‘VEGUHERÎNA CIVAKÎ ARMANC DIKE’
Berîvan Bahçecî destnîşan kir ku yek ji taybetiyên herî mezin a vê pêvajoyê jî ew e ku; pêşengiya îmhakirina çekan ji aliyê jinan ve hat kirin û wiha bi lev kir: “Ev yek nîşan dide ku, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li gel çekdarî, di warê civakî û bîrdoziyê de jî veguherîneke nû armanc dike. Pêşengtiya jinan jî nîşan dide ku paradîgmaya tevgera azadiya Kurd li ser azadî û nirxên civakî hatiye saz kirin. Ji ber vê yekê jî, pêşengên avakirina aştî û civaka demokratîk jin bi xwe ne! Tu hêz êdî nikarin vê rastiyê înkar bikin. Weke Meclisa Jinan a DBP’ê em di ferqa vê berpirsyartiya dîrokî de ne. Ji ber sazkirin û civakbûyîna aştiyê û ji bo avakirina jiyana demokratîk em li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezin dikin.”
‘AŞTÎ BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊZDAR OCALAN VE PÊK TÊ’
Berîvan Bahçecî anî ziman ku heke desthilatdariya siyasî xwedî îdiaya sazkirina aştiyê be, divê dev ji polîtîkayên ku çareseriyê asteng dike û civakê dixapîne berde, divê îradeya gelan esas bike û ev tişt anî ziman: “Aştî bi siyaseta înkar û zextan pêk nayê. Aştî, bi gavên demokratîk, bi gavên ku wekhevî û nirxên azadiyê esas digire, bi gavên zagonî mumkun e. Aştiya mayînde bi têkoşîn û îradeya gelan tê bidestxistin. Ev heqîqet pir zelal e ku; ji bo aştî û civaka demokratîk bikeve meriyete divê azadiya rêzdar Ocalan pêk bê. Nexşerêya çareseriyê ya rêzdar Ocalan, encax bi dîyalog û muzakereyan wê encam bide. Perspektîfa rêzdar Ocalan a ku azadiya jinê, jiyanake demokratîk û sosyalist armanc dike, li hember qeyranên modernîteya kapîtalîst, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk rêyên çasreseriyê pêşkeş dike. Pergala ku li Roja bi pêşengiya jinan hat avakirin, pratîka vê paradîgmayayê ye. Şoreşa Rojava ya Jinê ya ku em di 13 saliya wê de silav dikin, jiyana hevpar a gelan, wekhevî, azadî û jiyaneke demokratîk esas digre.”
‘AŞTÎ BI AZADIYA JINAN VE PÊKAN E’
Berîvan Bahçecî diyar kir ku parastina banga Aştî û Civaka Demokratîk wê weke peywireke dîrokî di rojeva jinan de be û axaftina xwe wiha dawî kir: “Bi têkoşîn, bi biryardarî û bi rêxistinkirineke mezin em ê xwedî li vê banga dîrokî derbikevin. Em ê bibin pêşengên aştiyê. Li her taxan, li her kolan û gundan em ê têkoşîna xwe mezin bikin, em ê bingeha aştiyê saz bikin. Bi feraseta jina azad, bi ked û îradeya hevpar a gelan em ê ji bo sazkirina lihevkirina civakî bi şev û roj bixebibin. Lewre, em baş dizanin ku; çareserkirina pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiya mayînde ne tenê ji bo gelê Kurd, ji gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn mifteya pêşerojeke azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê, ji bo paradîgmaya rêzdar Ocalan a jina azad, jiyana ekolojîk û demokratîk bikeve meriyete em ê wek berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin. Bi hêvî, bawerî û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ve em ê bi hev re aştiyê saz bikin û jiyana azad ava bikin.”