ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê ya bi "dengên veguhêz" hat xespkirin, bajêr bê av hiştiye. Dikandaran got: "Şaredariya ku pirsgirêka avê çareser nake, li pey reklamê ye. Madem wê avê nedin me, bila li wir rûnenên."
Şaredariya Şirnexê ku du heyamên AKP wê bi dengên leşker û polîsên vediguhêzîne wir xesp dike, avê jî nagihîne welatiyan. Pirsgirêka avê ku pirsgirêka herî mezin a bajêr e, bi mehan e nayê çareserkirin. Li hin taxên bajêr hefteyê rojekê an du rojan av tê berdan û li hin taxan jî demeke dirêj av nayê berdan. Ên herî zêde bandorê ji vê digirin jî dikandar in. Hin dikandar ji mecbûrî avê an ji kargehên avên wan hene yan jî ji mizgeftan dikişînin. HIn ji wan jî diçin ji Kaniya Gozûkê ku 5 kîlometre dûrî wan e avê dikişînin.
Dikandarên navenda kar a li Taxa Bahçelîevelerê dixwazin pirsgirêka wan a avê bê çareserkirin.
Mazlûm Atak ê ku du meh berê dikan li navenda kar vekiriye, diyar kir ku ji ber nebûna avê nikarin kar bikin û got: "Mexdûriyeteke mezin heye. Ez serê sibehê dikanê vedikim av tune ye, carinan gava ez êvarî dikanê digirim av tê. Ji ber nebûna avê mişterî jî tune ne. Ji ber vê car heye em serfetihê jî nakin. Em bang li rayedaran dikin; tim heman hincetê didin ber me. Dibêjin 'tesîsat tune ye, borî tên tamîrkirin.' Lê du meh in çareyek nedîtine. Du meh in me dikan vekiriye, lê wiha bidome ez ê ji ber nebûna avê dikanê bigirim. Mişterî piştî tiraşê dixwazin serê xwe û serçavê xwe bişon. Lê ji ber nebûna avê mişterî jî nayên."
Huseyîn Bayikê ku dikana wî li navenda kar e bal kişand ser qutkirina avê û got: "24 saet in av tune ye. Carinan tê ew jî pir hindik. Ji ber vê daşirên navenda kar girtî ne. Mirov ji bo nimêjê jî avê peyda nakin. Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Bi sedan dikandar mexdûr in. Daxwaza me ew e ku rayedar demildest çareyekê bibînin."
‘DIBÊJIN DERABEYÊN XWE DEYNIN'
Hasan Yorgûn ê ku dikana wî li navenda kar e diyar kir ku ji ber nebûna avê dikana xwe daye ber firotinê û got: "Divê mirov silavê jî nede berprisên vê. Berpris kî bin an bila karê xwe bikin an jî bila li ser wê qoltixê rûnenên. Dibêjin 'Çima Şirnexê pêş ve naçe?' Ma av tune be, wê çawa pêşve biçe. Ev der aşxane ye û hemû firaq neşûştî ne. Gava paqijî tune be, mişterî jî razî nabin. Ji me re dibêjin derabeyên xwe deynin. Em ê jî wiha bikin. Ez diçim avê ji Gozûka ku 5 kîlometre dûrî me ye dikişînim. Heqê wan tune vê li me bikin. Em aîdata vê kargehê didin, lê ava me tune ye. Dizanin aîdatê bixwazin lê avê nadin."
Harûn Katarê ku qehwexaneya wî li navenda kar e bilêv kir ku berpirsê vê şaredarî ye û got: "Ev mehek e pirsgirêka avê heye. Şaredariya ku pirsgirêka avê çareser nake, li pey reklamê ye. Bila werin li halê vir mêze bikin. Em ji şaredar ne razî ne. Tu xizmet nekiriye. Ji ber wan ava me tune ye. Madem wê avê nedin me, bila li wir rûnenên. Li Şirnexê av heye, lê nadin. Hefteyek e dilopek av jî neherikiye. Tenê ne li cihê kar, li malê jî av tune ye. 3 roj in min serê xwe neşûştiye. Em mexdûr in. Em nikarin biçin daşirê jî."
MA / Emrûllah Acar