COLEMÊRG - Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, ji bo çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, demildest divê qanûna azadiyê ji meclisê bê derketin.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 11'ê Tîrmehê de li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê komeke gerîla ya ji 30 kesan pêkhatî, bi merasîmekê çekên xwe îmhakirin. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî di nav kesên ku şahidî li merasîma dîrokî kirin de bû. Canan têkildarî pêvajoyê axivî.
Canan diyar kir ku wî şahidiya merasîma dîrokî kiriye û got: "Ji ber ku min şahidî li merasîma ku gava ewil a aştiyê ye kir, bi kelecan im. Ew kêliyeke girîng û dîrokî bû. Bê guman, tunekirin û şewitandina çekan li wir peyamên cuda dan der. Rêxistinê di wê kêliyê de bi rastî jî rola xwe lîst. Ji niha û pê ve, erk dikeve ser milê meclis û hikûmetê."
KOMÎSYON
Canan girîngiya komîsyona ku dê li meclisê were avakirin destnîşan kir û got: "Em li ser pirsgirêka kurd diaxivin ku zêdetirî sedsalek û heyameke pevçûnê ya 40 salî ye. Em hemû dibînin ku ev pevçûn îro bi dawî bûye. Di vî warî de, meclis xwedî erk û berpirsiyariyên pir girîng e. Ji bo cara yekem, em di qonaxeke girîng de ne di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de. Rola komîsyona ku were avakirin girîng e û bê guman, ew ê ji niha û pê ve ew cih be ku sererastkirinên qanûnî lê bên çêkirin."
QANÛNA AZADIYÊ
Canan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê gavên pêwîst avêtine û divê dewlet jî di vî warî de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Canan got: "Girîng e ku çek bêdeng bibin. Ji niha û pê ve divê binesaziya hiqûqî were amadekirin û bi taybetî TMK were betalkirin. Divê madeya 66'an, mafê hemwelatîbûna wekhev, bi destûra binegîn were garantîkirin. Divê qanûnên entegrasyon û azadiyê demildest werin pêkanîn. Pêwîst e ku komîsyon bi lez were avakirin û sererastkirinên hiqûqî werin çêkirin."
Canan diyar kir ku ev pêvajo hêja ye û divê her kes xwedî lê derkeve û got: "Ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe, divê pirsgirêka kurd çareser bibe, statuya kurdan were diyarkirin û sererastkirinên fermî yên der barê zimanê dayikê de werin derxistin. Heta ku ev neyê kirin, dê pêvajo bêwate be."
DEMOKRATÎKBÛYÎN
Baro olarak süreci desteklediklerini dile getiren Canan, “Barışı savunduk, savunmaya da devam edeceğiz. Bütün toplumu kapsayan bir anayasa ile Canan diyar kir ku wekî baro ew piştgiriyê didin pêvajoyê û got: "Me aştiyê parastiye û em ê tim biparêzin. Ez bawer dikim ku pirsgirêka kurd dikare bi destûreke bingehîn ku tevahiya civakê dihewîne were çareserkirin. Ev kêliyeke dîrokî ye, pêvajoyeke dîrokî ye. Rêxistinê erka xwe pêk aniye. Niha berpirsiyarî li ser milê meclisê ye. Em ê erka xwe bidomînin da ku qanûnên azadî û entegrasyonê bi lez werin pêkanîn û em ê her tim aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê biparêzin."
MA / Rûken Polat