NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku ji ber barana mûsonê ya li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dane, 227 kes jî birîndar bûne.
Barana mûsonê ya bandorê li Pakîstanê dike, dibe sedema mirinan. Li gorî daxuyaniya Saziya Rêveberiya Karesatê ya Pakîstanê, hejmara miriyên li welat 54 e, tê ragihandin ku hejmara birîndaran jî 227 e.
Servîsa meteorolojiyê ya welat, ji ber barana zêde û xeteriya lehiyê di nava 48 saetên pêş de gel hişyar kir.
Mûsonên havînê yên di navbera Hezîran û Îlonê de li Başûrê Asyayê rû didin, ji sedî 70 heta 80 ê barana salane ya herêmê tîne û ji bo debara bi mîlyonan cotkaran girîng e. Welat hê jî hewl dide xwe ji lehiyên hilweşîner ên di sala 2022'an de pêk hatin rizgar bike. Di wê salê de nêzî hezar û 700 kes ji ber lehiyên ku bandor li ser ji sêyan yekê nifûsê kir jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 33 milyon kes jî bê mal man. Bû sedem ku beşeke girîng a erdê çandiniyê jî neyê bikaranîn.