NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrişên hêzên Hîkûmeta Demkî ya Şamê li Siwêdayê li dijî Durzan de 350 kesan jiyana xwe ji dest dan, piştî êrişa Îsraîl hêzên Şamê vekşiyan û ewlehî ji gel re hiştin.
Di êrişên hêzên Hîkûmeta Demkî ya Şamê li Siwêdayê li dijî Durzan de 350 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişa Îsraîl hêzên Şamê vekşiyan û ewlehiya bajêr ji gel re hiştin. Ahmed Eş-Şara, di daxuyaniya xwe de Îsraîl bi derxistina şerê navxweyî ve sûcdar kir.
Li gorî bilançoya Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), êrişên ku di dawiya hefteya bihurî de li bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyeyê hate destpêkirin zêdetirî 350 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî SOHR’ê, di êrişan de 79 şervanên Durzî, 55 sivîl, 189 endamên artêşê û 18 Bedewî yên êrişkar jiyana xwe ji deset dane. Di êrişên Îsraîlê de jî 15 leşker û endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişa Îsraîl a li ser Qesra Serokatiyê ya li Şamê û baregehên leşkerî, agirbest hate ragihandin û hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan.
WEZARETA PARASTINÊ
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî got: “Piştî bidawîbûna operasyona hêzên artêşê, li dijî komên neqanûnî peyman hatiye îmzekirin û hêzên artêşê li gorî vê peymanê ji Siwêdayê vekişiyane.”
ŞARA ÎSRAÎL SÛCDAR KIR
Serokkomarê Demkî Ahmed Eş-Şara di axaftineke xwe ya berê hatibû qeydkirin û şeva Çarşemê hatibû weşandin de, Îsraîl bi parçekirina welat û derxistina şerê navxweyî ve sûcdar kir.
Eş-Şara, hewldanên Îsraîl ên li dijî xirakirina yekiriya gel û avakirina welat şermezar kir û got: “Em wek damezirînerên Sûriyeyê, em dizanin ku kî dixwaze me bixe nava şer û me parçe bikin.”
‘DURZÎ PARÇEYÊ RAST Ê MOZAÎKA WELAT IN’
Eş-Şara bangî civaka Durzan kir û got: “Durzî, parçeyê rast ê mozaîka welat in.” Eş-Şara, destnîşan kir ku dê di parastina kêm neteweyên welat bi biryar bin û wiha pê de çû: “Her kes şirîkê vê axê ye. Dê destûr nedin ku vê îmaja xweşik a ku rengîniya Sûriyeyê îfade dike, bê xirakirin.”
EWLEHÎ JI DURZAN RE HIŞTIN
Eş-Şara, ragihand ku wî berpirsiyariya rawestandina aloziyan daye serkirdeyên herêmî û got: "Me biryar daye ku dê komên herêmî û şêxên rûhanî berpirsiyarê ewlehiya li Siwêdayê bin û divê em ji derketina şerekî din ê berfireh dûr bisekinin."