AMED - Nûnerên DBP, DEVA û Partiya Saadetê merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê weke “kêliyeke dîrokî” nirxandin û gotin ku divê komîsyon û zemîna hiqûqî bêyî ku were vehêlandin bên avakirin.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de, Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 15 jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe îmha kirin. Rojek piştre (di 12’ê Tîrmehê de) jî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê li Meclisê komîsyon were avakirin û got: “Pêwîstiyên qanûnî yên pêvajoyê em ê di bin sîwana Meclisê de biaxivin.”
Nûnerên partiyên siyasî yên li Amedê ku merasîma PKK’ê weke “dîrokî” nirxandin, xwestin ku hikûmet pêvajoyê dirêj neke û gavên hiqûqî biavêje.
'DIVÊ GAVÊN SIYASÎ Û HIQÛQÎ BÊN AVÊTIN’
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Ahmet Dogan diyar kir ku pêvajo bi gavên bibiryar ên Abdullah Ocalan re derasî qonaxeke nû dibe û wiha bal kişand ser kêliyên PKK’ê çekên xwe şewitandî: “Ev tiştên hatine jiyîn, nîşan didin ka Rêberê Gelê Kurd çiqasî jidil û cidî nêzî pêvajoyê dibe. Me tu dudilî û fikar nedît. Ji vir şûnde divê Komara Tirkiyeyê û hikûmet jî tavilê gavên hiqûqî û siyasî biavêje. Her kes şahid e ku dora dewlet û hikûmetê ye. Tevî gelê xwe em ê li benda gavên dewletê bin.”
'DIVÊ JI POZÎSYONA TEMAŞEKIRINÊ DERKEVIN’
Dogan, destnîşan kir ku rêya avakirina Civaka Demokratîk, rêxistinkirina civakê ye û wiha domand: “Pêvajoya heyî berpirsyartî xist ser milê hemû gelan û civakê. Fikr û raman çi dibe bila bibe divê her kes êdî piştgiriyê bide pêvajoyê. Heke zemîna wê ya hiqûqî were avakirin, em dikarin nêzî encamê bibin. Bêyî dudilî û fikaran divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin. Divê komîsyona tê xwestin were avakirin jî tavilê dest bi xebatên xwe bike. Divê hikûmet êdî tenê di pozîsyona temaşekirinê de nebe. Ji bo girtiyên siyasî û vegera kesên ji neçarî koçî dîasporayê kirine jî zemîna hiqûqî were avakirin. Ev 50 sal in bedelên giran hatin dayin û divê gelê Kurd êdî di siyaseta Tirkiyeyê de cihê heq dike be.”
'DIVÊ PÊVAOYA KOMÎSYONÊ NEYÊ DIRÊJKIRIN’
Serokê Partiya DEVA’yê ya Amedê Remzî Kaymak jî got ku bi merasîma li Silêmaniyeyê re şahidiya kêliyên dîrokî kirine û ev tişt anî ziman: “Dema mirov wî dîmen û resmî dibîne, mirov nikare xwe bigire ku ji keyfan negirî. Tabloya ku li Tirkiyeyê êdî rijandina xwînê û barandina hêsiran bi dawî dike bû. Bila ev ji welatê me û li dinyayê bi xêr be. Ji bo çareseriya pirsgirêkê ji roja destpêkê ve ye em Meclisê weke navnîşan nîşan didin. Ji ber ku Tirkiye li Meclisê tê temsîlkirin. Divê hem bêçekbûn hem jî mafên Kuyrdan li Meclisê bi destûra bingehîn bên misogerkirin. Divê çareseriyên mayinde bikevin meriyetê û pêvajo neyê dirêjkirin.”
Di berdewamê de Kaymak, bi lêvkir ku hewceye mafên Kurdan û hemû gelan bi qanûnan bên misogerkirin û wiha pê de çû: “Gel, perwerdeya bi zimanê dayika xwe dixwaze. Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Divê zemîna wê were avakirin ku kesên koçî dîasporayê kirin dîsa vegerin. Ji bo van jî divê li Meclisê çareseriyek bê afirandin. Partiya DEVA’yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji sedî 1 îxtîmal hebe jî dê biparêze. Lewma em piştgiriyê didin. Ji bo ev rewşa erênî ya li welat bidome, divê her kes tişta ji dest tê bike û têbikoşe.”
'NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ MECLIS E’
Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn jî anî ziman ku gavên hatine avêtin biqûmet û girîng in û got: “Şewitandina çekan gav û kêliyeke dîrokî bû. Spasiya her kesên pêvajo anîne vê astê dikim. Li vir mijara esasî, pêkvejiyaneke bihizûr û aştiyane ye. Dayikan êşên giran kişandin. Welatê me gelek zehmetî derbas kir. Gelek windahiyên canî û malî da. Êdî dem hatiye em ji vê re bibêjin ‘bisekine.’ Ji bo pirsgirêk bi aramtir were axaftin, girîng e ku çek bêdeng bibin. Bi bêdengbûna çekan re dê pêvajo erênîtir derbas bibe. Navnîşana çareseriyê Meclis e. Lewma avakirina komîsyonê girîng e. Ji bo pêvajo bi erênî encam bibe, Koma Rêya Nû ku partiyên Saadet, DEVA û Gelecekê ava kiriye, dê tişta ji dest tê bike.”
'DÊ BIBE SEDEMA BAŞBÛNA ABORIYÊ’
Ergîn, axaftina xwe wiha qedand: “Aramî, aştî û ewlehî dê bike ku aboriya welat pêş bikeve. Di dîrokê de gelek tiştên xweş ên me bi hev re kirin hene. Dema Tirk, Kurd û Ereb bi hev re tevgeriyayîn serkeftinên mezin bi dest xistin. Dikarin dîsa vê bikin. Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya vê jî rewşekî erênî heye. Ji bo vê jî divê îktîdar gavên pêwîst biavêje û partiyên muxalefetê xebatên erênî bikin. Dibe ku ji ber sepanên xelet ên berê hinek bêhêvîtî çêbibe û hinek derdor hewl bidin provoke bikin. Ji bo pêşîlîgirtina vê divê pêvajo neyê dirêjkirin, mewzûat tavilê bê cîbicîkirin û hiqûq ji bo her kesî wekhev bikeve meriyetê. Di serî de Demîrtaş, divê kesên bi awayekî neheq hatine girtin tavilê bên berdan. Ev yek dê hêviya gelê me mezintir bike. Heke em bikarin li hev guhdarî bikin û hev qebûl bikin, dê pirsgirêk jî bi axaftinê bikarin bên çareserkirin.”
MA / Mujdat Can