NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyaleta Teksasê ya DYA’yê lehî rabû û di lehiyê de 82 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 41 kes jî winda ne.
Di 4’ê Tîrmehê de li Eyaleta Texasê ya DYA’yê ji ber barîna zêde Çemê Guadalupe yê il navçeya Kerrê ji nişka ve rabû û rê li ber lehiyê vekir. Hat ragihandin ku hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 82’yan. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmê berdewam in.
Waliyê Texasê Greg Abbott bi daxuyaniyekê ragihand ku di lehiyê de bi giştî 41 kes winda ne û dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.
Rayedaran ragihandin ku heta tevahiya kesên winda tên dîtin dê hewldanên wan bidomin.