MÊRDÎN - Li deşta Mêrdînê rexmê qedexeyên desthilatê jî cotkaran dest bi çinîna garis kir. Serokê Navenda Dexl û Danê Mehmet Şerîf Oter, got: “Ji ber vê yekê divê piştgirî ji cotakaran re bê kirin û ev yek girîng e."
Li Deşta Mezopotamyayê her sal debra genim a ku di meha Hezîranê de tê kirin xilas bû. Li herêma Mêrdînê dora 3 milyon donim zeviyên genim, ceh û nok hate çandin. Îsal ji ber hişkesaliyê berhemdarî nebaş bû. Cotkarên ku ji erdê bêav serê donimê 16 kîloyên genim bi dest dixist, îsal ji ber hişkesaliyê bîçer jî neke navê. Di erdên avî de berhemdarî zêde bû lêbelê dîsa ne li gorî daxwaza cotkaran bû.
Bihayê genim ê ku Ofîsa Berhemên Axê (TMO) aşkere kiribû, serê tonê 13 hezar û 500 lîre ye, ev yek jî ji bo cotkaran zirar e. Ji ber xilasnebûna Projeya Anatoliya Başûrrojhilat (GAP), piştgiriya ceyranê ya ku bi salan e cotkar dixwazin nehate dayîn û tevî lêçûna sotemeniyê giraniyeke zêde li ser cotkaran çêdike.
Cotkarên ku îsal ji ber hişkesaliyê berhemdariyeke baş wernegirtin, rexmê biryara desthilatê ya bi hinceta “parastina çavkaniyên avê” ku çandina çandina garis wek hilberîna duyemîn qedexe kiribû, lê rexmê biryarê jî cotkaran dîsa jî garis çand. Di sala 2024’an de cotkarên ku garis neççandibûn, rexmê wernegirtina piştgiriyê û qedexeyê dîsa jî garis çandin. Piştî çandina garis, Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dest da ser piştgiriya genim a cotkaran. DEDAŞ’ê, gefa ceyran birînê li cotkaran xwar û ji cotkaran re ragihand ku ger cotkarên garis çandin deynê xwe nedin dê ceyrana wan bibire.
Serokê Navenda Dexl û Danê Mehmet Şerîf Oter, têkildarî hilberîna duyemîn a li herêmê, bihayê lêçûnan, kiryarên hikûmet û DEDAŞ’ê nirxand.
GARIS HATE QEDEXEKIRIN, ALTERNATÎFA WÊ NEHAT AFIRANDIN
Oter, diyar kir ku hikûmetê di 30 salên dawî de cotkar ji bo çandina garis wek hilberîna duyemîn cotkar teşwîq kirî û cotkaran jî li gorî vê yekê tesîs avakirine û bîr kolandine. Oter, wiha axivî: “Çandina garis li herêm me pir bû. Tenê li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrik û Artûklûyê salane 2 milyon ton wek hilberîna duyemîn garis tê çandin. Li tevahiya welêt 6 milyon ton garis wek hilberîna duyemîn tê çandin. Sala berê tevî herêma me li 52 herêman ji ber pirsgirêka avê çandina garis wek hilberîneke din hate astengkirin û hemû piştgiriya ku dewletê dida hate rawestandin. Ger di dewsa garis de berhemeke alternatîf neyê çandin dê xisareke mezin a aboriyê bide cotkar û herêmê."
‘EM DI OKYANÛSÊ DE XELAYÊ DIJÎN’
Oter, bi bîr xist ku Deşta Mezopotamyayê di navbera Dîcle û Firatê de ye û destnîşan kir ku pirsgirêka herêmê ya avê nîne û wiha pê de çû: “Em di navbera van her du çemên mezin ên cîhanê de ne. Lêbelê cotkar, bîrên ku bi derfetên xwe ve vekirine berhemên xwe av didin. Ev yek dibe sedema hişkesaliyê û lêçûnên giran. Her sal zem li ceyranê tê kirin. Projeya GAP’ê ku armanca wê çareserkirina ava herêmê bû ev bû 51 sal e neqediyaye. Em di nava okyanûsê de ne lêbelê xelayê dijîn. Li Mêrdînê qala 7-8 hezar bîrî tê kirin. Me hema hema çavkaniyên xwe yên avê ziha kir. Ji aliyekî din ve ava du çeman heta Besrayê diherike lê em nikarişn jê sûdê bigrin. Em dixwazin ku tavilê GAP xilas bibe. Çavkaniyên di destê me diherikin. Jixwe qenala ku dê avê ji Firatê bîne golên Mêrdînê 221 km di 2017’an de xilas bûye.”
‘HETA GAP XILAS BIBE BILA PIŞGIRIYA CEYRANÊ BÊ DAYÎN’
Oter, diyar kir ku ji bo hilberîna cotkaran pêdivî bi ceyranê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek heq e. Ger cotkar hilberîna xwe bifroşe jî dîsa dê têrî ceyranê neke. Ev yek şîrketa ceyranê jî dizane. Çandina cotkaran hewcedariyek e. Dema em garis ji derve bikirsin bihayê hêkan li vir ji sedî 20-30 zêde dibe. Ji bo vê yekê, heta projeya GAP’ê xilas bibe bila pişgirişya ceyranê ji bo cotkarên me bê dayîn.”
‘GER BERHEM WINDA BIBIN DÊ PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ DERKEVIN’
Oter, diyar kir ku rexmê qedexeyan îsal jî cotkaran garis wek hilberîna duyemîn çand û got: “Divê hikûmet pişgtiriya ceyranê bide. Îsal hişkesalî jî çêbû û dexl û dan jî baş nebû. Dê cotkar çi bikin? Ger pişgiriya ceyranê neyî dayîn dê ji ber bê avbûnê cotkarên perîşan bibin. Dê ev yek bibe sedemên bertekên mezin û pirsgirêkên civakî. Lewre dê li vir mirov birçî bimînin. Di sektora garis de deh hezaran kedkar dixebitin. Li Mêrdînê dora 100 tesîsî heye. Ev tesîsan hemû jî bi piştevaniya dewletê çêbûne."
MA / Ahmet Kanbal