Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn

  • rojane
  • 14:27 14 Hezîran 2025
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn û diyar kirin ku ji bo sûcên hatine kirin ronî bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 1055'emîn a çalakiyên xwe de li Qada Galatasarayê, cihê hevdîtina xwe, hatin cem hev da ku  aqûbeta xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Di çalakiya hefteya 1055'emîn de, li  eqûbeta Nûrettîn Çûr, ku 30 sal berê li navçeya Rezan a Amed hate windakirin, hate pirsîn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan jî piştgiriyê didinê de, wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin li gel qurnefîlan hatin hilgiritn. Ji Mirovên Şemiyê Oya Ersoy di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Oya Ersoy, ku diyar kir windabûnên di bin çavan de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê çêbûne, got, "Em bi biryar in; em ê daxwaza xwe ya ji bo çareserkirina sûcên li dijî mirovahiyê, nemaze windabûnên di bin çavan deku li van axan pêk hatin, û ji bo eşkerekirina kê ev sûc kirine û çima, bidomînin. Ji ber ku her civak xwedî mafekî girîng e ku bizanibe kê sûcên weha hovane kirine. Em bi biryar in; Em ê balê bikişînin ser kevneşopiya bêcezatiya nayê guhertin."
 
ÇÎROKA NÛRETTÎN ÇÛR
 
Oya Ersoy,  got ew ji bo Nûrettîn Çûr, ku berî  bi 30 salan hatiye windakirin, rastî û edaletê dixwazin ûgotinên xwe wiha domand: "Nûrettîn Çûr ê 28 salî li navçeya Rezan a Amedê dijiya. Ew dikandar bû û li qata jêrîn a avahiya ku lê dijiya firoşgehek dikana xurekê dimeşand. Hevjîna  wî 6 mehî ducanî bû. Ew ji bo cara yekem bibe bav kêfxweş bû. Ji ber çalakiyên wî yên partiya siyasî ew dihat şopandin. Her wiha ji ber muzîka Kurdî ya ku di firoşgeha xwe de guhdarî dikir gelek caran gef lê dihat xwarin. Di 27ê Hezîrana 1995'an de, ew çû bazarê da ku ji bo firoşgeha xurekê kelûpelan bikire. Dema ku ew êvarê venegeriya malê, hevjîna wî digot dibe ku ew ji bo bavê xwe yê nexweş çûye gund. Di şert û mercên gund de ku ragihandin tune bû, Malbata Çûr tenê sê roj şûnda karîbû fêm bike ku Nûrettîn winda ye."
 
'EM DEV JÊ BERNADIN'
 
Oya Ersoy  diyar kir ku dadgerî sûcan vedişêre û berpirsiyaran bi bêcezatî xelat dike û ev tişt got, "Em dizanin ku maf û azadiyên bingehîn tenê di şert û mercên ku serdestiya hiqûqê derbasdar e de têne ewlekirin. Di hefteya me ya 1055'an de, em careke din bi bîr tînin ku dewlet bi hiqûqê ve girêdayî ye, dadgerî bi divê serbixwe be û ev hemû jî bi şatiyê pêkanin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Nûrettîn Çûr û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin, û bi bîr bînin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere."
 
Piştre, Endamê Lijneya ÎHD'ê Cîhan Kaplan nameya dayika Nûrettîn Çûr, Makbule Çûr xwend. Di nameyê de ev gotin hebûn: "Ez we hemûyan bi êş û têkoşîna ku me di bin heman banî de tîne cem hev, ku di dilê me de yek e, silav dikim. Kurê min ji ber çalakiyên xwe yên partiya siyasî her tim dihat şopandin û gef lê dihat xwarin. Ew nikarîbû vegere mala xwe, me tenê piştî sê rojan fêm kir ku ew winda ye. Kesî dengê me nebihîst. Lêgerîna me ya edaletê ji bo kurê min Nurettin berdewam dike. Min 30 salan mala xwe neguhart ji ber ku  kurê min min dibe vegere." 
 
Piştre, çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’