AMED - Dr. Îsmet Konak diyar kir şerê Rûsya û Ukraynayê veguheriye girêkek Gordîon got, "Her du alî jî şertên xwe ferz dikin. Rûleta Rûs dilîzin û em bibînin wê gule li kê bikeve."
Şerê ku di Sibata 2022'an de bi êrîşa Rûsyayê ya li hemberî Ûkraynayê re destpê kir, êdî ket sala sêyemîn. Donald Trûmp ku di meha Çileyê de careke din bû Serokdewlet, dabû xuyakirin ku ew dikare şerê Ûkrayna-Rûsyayê di nava '24 saetan' de veguherîne aştiyê, lê piştî 4 mehan ev hewldanên wî encameke erênî bi dest nexist. Di hevdîtinên ku di 16'ê Gulanê de li Stenbolê ji bo bidawîbûna şerê Rûsya û Ûkraynayê hatin lidarxistin de ti encam derneketibe jî, tê payîn ku di 2'ê Hezîranê de hevdîtineke nû were kirin.
Dr. Îsmet Konak têkildarî şerê Ûkrayna-Rûsyayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
HATINA TRUMP Û HERÊMA KURSK
Konak anî ziman ku di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de gelek hemle hatine kirin û wiha got: "Hevsengiyên li qada şer timî diguherin. Bi taybetî, ji 6'ê Tebaxa 2024'an û vir ve li eniyê guhertineke girîng rû da. Artêşa Ukraynayê kete herêma Kurskê û piştî ku kete herêma Kurskê dest bi zexta li ser Pûtîn kirin. Ji xwe Rûsyayê nekarî Ûkraynayê ji herêma Kurskê derxîne. Wisa fikirîbû ku di demeke kurt de dikare vê bike, lê pêk nehat. Di vê navberê de li DYA guhertina desthilatdariyê hebû . Joe Biden çû û Trûmp hat hundir. Hatina Trûmp gelekî bandor li rêveçûna vî şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê kir. Weke ku em dizanin, desteka leşkerî (ji Ûkraynayê re) qut kir. Nakokiyên di navbera Trump û Zelensky de di şer de nîşan da. Ji desteka leşkerî wêdetir, hevkariya îstîxbaratê jî qut bû. Dema ku ev pêk hat, Adara 2025'an Ûkraynayê bi qasî ji sedî 90 ê serdestiya xwe ya li herêma Kurskê winda kir."
Konak da zanîn ku armanca Ûkraynayê ew bû ku bi bidestxistina Kursk'ê ve Rûsyayê neçarî li hevkirin û aştiyê bike ye, lê piştî ku Donald Trump bû serokê DYA'yê ev plana wan têk çû.
HEVDÎTINÊN LI STENBOLÊ
Konak der barê hevditinên aştiyê yên li Stenbolê wiha axivî: "Di 16'ê Gulanê de li Stenbolê di nîqaşên di navbera her du aliyan de lihevkirineke der barê pevguhertina girtiyan de pêk hat. Lê belê bendewariya bingehîn a raya giştî ew bû ku her du alî di nava xwe de peymana agirbestê îmze bikin. Ev hêj pêk nehatiye. Di vê navberê de rêveberiya Rûsyayê jî bangek kir û got, 'Em di 2 'ê Hezîranê de careke din li Stenbolê li hev bicivin'. Di hevdîtina 16'ê Gulanê de me careke din şert û mercên her du aliyan dît. Rewşa bingehîn a Ûkraynayê yekbûna herêmê ye. Hewl dide hemû herêmên ku Rûsya ji sala 2014'an ve li wê herêmê ji ber şerê 3 salan û beriya niha pê ve girêdayî ye, vegerîne. Wekî din, dixwazin ji aliyê NATO'yê ve bên parastin. Li hemberî vê Moskowa jî dibêje; 'Min Kirim, Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Xerson girt, min li vir referandûm pêk anî û gelên van herêman bi rêya referandûmê serweriya min qebûl kirin'. Xala duyemîn jî ev e; hêzên xwe ji sînorên îdarî yên herêmên ez niha dagir dikim vekişînin. Di heman demê de, Moskowa xwedî bendewariyeke din e, yanî û dibêje têkiliyên xwe yên bi NATO'yê re qut bike, çekan deyne û ji çekên nukleerî rizgar bibe."
WEK GIRÊKA GORDÎONÊ
Konak têkildarî rewşa dawî ya şerê heyî wiha got: "Rewş veguheriye wek girêka Gordîon. Her du alî jî şertên xwe ferz dikin. Rûleta Rûs dilîzin û em bibînin wê gule li kê bikeve. Di vê Gordionê de (bi gelemperî wekî metafortê tê bikaranîn ku tê wateya çareserkirina pirsgirêkek dijwar bi hêza hov) girêk, Trump gelek caran hewl dide însiyatîfê bigire û di serî de li Kiev zextê dike. Ji Kîevê re dibêje: 'Şert û mercên ji aliyê Moskowayê ve hatine danîn qebûl bikin'. Kiev, wek her car, di vê xalê de dudilî ye û zext lê tê kirin. Weke ku em dizanin, yek ji sedemên neqebûlkirina van şert û mercan qanûnî ye. Mevzûata Ûkraynayê ji bo qebûlkirina şert û mercên Moskowayê ne guncaw e. Ji bo ku ev yek mimkûn be, sererastkirinek di makeqanûnê de pêwîst e, ev jî pesendkirina du ji sêparên Rada yê pêwîst e. Di encamê de divê biçe referandûmê. Gel wê vê qebûl bike? Ancax piştî vê dikarin rûnên. Her wiha li gorî xala 157'emîn a Destûra Bingehîn a Ûkraynayê, guhertina di destûra bingehîn de ancax di dema aştiyê de dikare pêk were. Di dema şer de nabe. Ji ber vê yekê, Zelensky bêje 'Ez şert û mercên Moskowayê qebûl dikim' jî wê neyê qebûlkirin. Bingeheke xwe ya hiqûqî nîne."
ZEXTÊN TRUMP ÊN LI DIJÎ ÛKRAYNAYÊ
Konak da zanîn ku zextên ku Donald Trump li Ûkraynayê dike hiqûqî nîn in û wiha got: "Li gorî qanûneke ku bi salan berê li Amerîkayê hate derxistin; Di xala 257'emîn a qanûna têkoşîna li dijî dijminan de bi rêya cezayan du daxuyanî hene. Yek ji van jî "Ji bo yekparçebûna axê û serweriya li Ûkraynayê misoger bike piştgirîdayîna hikûmeta Ûkraynayê ye" û ya duyemîn jî "Di nava ti şert û mercan de radestkirina Kirimê ji Rûsyayê re nayê qebûlkirin." Trump ji ber binpêkirina vê qanûnê hin ferzkirinan li ser rêveberiya Kîevê dike. Wekî din, Amerîka di polîtîkaya derve de xwedî doktrînekê ye. Navê vê Doktrîna Stimsonê ye. Doktrîna Stimson doktrînek e ku di sala 1932'yan da hatiye qebûlkirin. Li gorî vê yekê, eger di dema şer an jî dagirkeriyê de dewletek were avakirin, DYA vê yekê qebûl nake yan jî destekê nade. Di serdema din de DYA di çarçoveya vê doktrînê de endametiya Letonya, Estonya û Lîtvanyayê ji bo Yekitiya Sowyetan qebûl nekir."
'KIRIM CIHEK STRATEJÎK E'
Konak da zanîn ku nûnerê Trump yê taybet Steve Witkoff dem bi dem bi Putîn re hevdîtinan pêk tîne û di hevdîtinan de mijar bi piranî Kirime û wiha axivî: "Mijara bê ka Kirim weke xaka Rûsyayê were qebûlkirin an na bi berfirehî tê nîqaşkirin. Rûsyayê di sala 1954'an de wek diyarî Kirim da Ûkraynayê. Sedema vê jî xurtkirina dostaniya 300 salî bû. Di sala 1654'an de Tsar Alexey Mîxaîlovîç Romanov li dijî Komûnwealth a Polonya-Lîtvanyayê alîkarî da Kozasakên li Ûkraynayê. Dema alîkarî hat pêşkêşkirin, serokê Kozsakên li wir Bohdan Khmelnytsky pêşniyar kir ku ew bikevin bin parastina Rûsyayê. Bi vê veguhestina dilxwazî re di navbera her du partiyan de dostanî hat avakirin. Ji wê rojê heta sala 1954'an, di serdema 300 salî de ji bo rûmeta wê dostaniyê Kirim ber bi Ûkraynayê ve hiştin. Rûsya dibêje, 'Ûkraynayê ev diyariya me şaş bi kar aniye. Û niha jî hewl dide radestî dewletên rojavayî bike'. Bi vê perspektîfê Rûsya naxwaze bi hêsanî dev ji Kirimê berde. Ez jî bawer nakim ku dê bike. Ji ber ku Kirimê di warê hebûna xwe ya li Deryaya Reş de pir stratejîk e."
POLÎTÎKAYÊN TRUMP
Konak pirsa; 'Trump çima di mijara şerê Rûsya û Ûkraynayê de polîtîkayeke wiha dimeşîne û sedemên bingehîn ên vê polîtîkayê çi ne?' wiha bersivand: "Têkiliyên Trump ên bi Rûsyayê re ne nû ne. Trump beriya serdema xwe ya yekemîn a serokatiyê jî bi Rûsyayê re xwedî têkiliyên kar bû. Bi Olîgarşîk Dmitry Rybolovlev ê Rûs re xwedî têkiliyên nêz ên kar bû, bi rêya wî emlaq û firotina milkan kir. Helwesta Trump a niha li DYA gelekî tê nîqaşkirin. Ji bo vê jî Trump gelek caran hem pesnê Pûtîn û hem jî serokê Çînê Xî Jînpîng dide. Herî dawî Trump got, 'Em ê Kanadayê dagir bikin. Em ê li dora Kanala Panamayê kontrola xwe saz bikin. Em ê Gronlandê bixin nava qada xwe ya bandorê' Yek ji van deveran jî dibe ku Îran be. Dibe ku di dema pêş de li dijî Îranê operasyonê bike. Ji ber vê yekê, sedema ku Trump polîtîkayeke bi vî rengî ya aştîxwaz dimeşîne, dibe ku derxistina tawîzên nû yan jî qelskirina pozîsyona Rûsyayê ya di operasyonên din ên gengaz de be. Li gorî hinekan, di dema ku Rûsya bi Rojava re di şer de ye, Çîn hêz digire. Li gorî hin lêkolîneran DYA wê mudaxaleyê Çînê bike. Amadekarî ji bo wê tê kirin. Trump 2'yê Nîsanê li dijî Çînê baca xwe zêde kiribû. Di bersivê de, Çîn berevajiyê vê yekê kir. Piştre di encama wê pîvana dijber de her du aliyan nerm kirin û tarîfên xwe kêm kirin. Bi vê perspektîfê, xuya ye şerê konvansiyonel xuya nake. Lê belê di nava hemû welatan de wê şerekî bazirganiyê dewam bike."
CEZAYÊN YE YÊN LI DIJÎ RÛSYAYÊ
Konak diyar kir ku Yekitiya Ewropayê (YE) ya 16'ê Gulanê de li hemberî Rûsyayê pakêta zextan a 17'emîn aşkera kir û bi vê pakêtê rasterast aboriya Rûsyayê hedef tê girtin û wiha axivî: "Ev pakêt yekser fîloya herêmî ya Rûsyayê hedef digire. Li fîloya herêmê bi qasî 600 tanker hene. Dike ku tanker nexebite. Ev tanker petrola Rûs vediguhêzin Hîndîstanê. Rûsya bi îxracata vê petrola xam ji bo Hîndîstanê çavkaniyeke ji bo şerê xwe diafirîne. YE difikire, 'Eger em cezayan li ser wan ferz bikin, qet nebe em dikarin aboriya şer xera bikin'. Li vir lîstikeka pisîk û mişkan heye. YE cezayan ferz dike, lê Rûsya û şîrketên xwediyê tankeran, ji bo derbaskirina cezayan dikarin yekser çareseriyên cuda yên mîna guhertina qeyda keştiyê yan jî navê şîrketê bibînin. Ji 600 tankeran wê ev cezayê nû li 300. Di nava 600 tankeran de 230 ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hatin kirîn. Xwediyên keştiyên Rojavayî jî ev ceza nepejirandine. Ew jî bi tevnekirina exlaqî têne tawanbarkirin. Ev fîloya keştiyan heta Hindistanê petrola xav hildigire. Û em behsa beşeke girîng a petrola xav dikin. Li gorî daneyên heyî, rojane 2 mîlyon varîl petrola xam diçin Hîndîstanê û li vê derê weke berhemên rafînekirî tên xebitandin û firotin. Yek ji mişteriyên herî mezin ên Hindistanê Ewropa ye. Li vir paradoksek heye. Ji aliyekî ve tu cezayan ferz dikî, li aliyê din jî, tu dikarî beşdarî çalakiyên ku dê wan cezayan derbas bike bibî. YE ji aliyekî ve hewl dide aboriya şer bêîstîkrar bike, li aliyê din jî helwesteke cuda nîşan dide. Li gorî daneyên sala 2024'an, Rûsyayê bi buhayê 40 mîlyar dolarî petrola xam hinardeyî Hîndîstanê kiriye. 18 mîlyar dolarê vê petrolê, piştî ku hate bikaranîn ji welatên endamên Yekitiya Ewropayê re bi rengê berhemên petrolê ji nû ve hate îxrackirin."
ENCAMA ŞER
Konak da zanîn ku dê helwesta welatên Rojava encama şer bike û wiha got: "Em ê bibînin ku Kîev çiqasî dikare xwe li zexta DYA rabigire. Ji ber ku Kîev hewl dide li dijî zextan li ber xwe bide, dibe ku bêhtir zirarê bibîne. Vekişîna ji Kursk encameke vê bû. Ji ber vê yekê wê teqez vê li ber çavan bigirin û li gorî wê biryaran bidin. Heyeta Rûs a li Stenbolê got, 'Eger Kîev tifaqê qebûl neke, em dikarin vî şerî mîna Şerê Bakur ê 21 salan bidomînin'. Şerê Bakur dema Peterê Mezin (Crazy Peter) bû. ew şerr di navbera salên 1700 û 1721 de li dijî Swedê çê bû Dema Rûsyayê ev şer bi rê ve bir, Danîmarka, Norwêc û Polonya tam li kêleka wê bûn. Niha li kêleka Rûsyayê tu kes ji Rojava tune ye. Eger şer gelekî dirêj bike, wê herêm zerarê bibîne. Eger ev şer dirêj bike, wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jî bike. Budçeya dewleta Rûsyayê nahêle ev şer dewam bike. Dixwazin şer jî bisekine. Hem olîgarşîk hem jî helwesta welatên Rojava ya di vê nuqteyê de wê encama şer diyar bike."
MA / Mujdat Can