* Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak diyar kir ku divê li dijî asîmîlasyonê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin û rêveberê KURDÎGEH'ê Gokhan Işik jî di pêşxistina zimên de bal kişand ser girîngiya çapemeniyê.
* Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fîdan bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û astengiyên qanûnî yên li pêşiya wê û got ku divê Destûra Bingehîn ji bo zimanê dayikê bê guherandin.
* Zimanzan Samî Tan der barê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: "Pêdivî ye ku kurdî di her qadê de bê bebriçavkirin. Kurdî, herî xweş di zimanê zarokan de bedew e."
* Ji roja 27’ê Gulanê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan heta niha dewlet û îktîdar li şûna ku gavên şênber biavêje, zêdetirî 23 hezar caran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
* DEM Partî ku piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan zend û bend bada, di çarçoveya kampanyaya “Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gel re xwe tên gel hev” de zêdetirî 3 hezar malbat ziyaret kir û 16 hezar name belav kir.
* Eynete Akil ku ji bo hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe yê dayikê bibe di 60 saliya xwe de bû xwendekar, wiha got: “Divê zimanê me bijî û ev deynê stûyê me ye.”
* Wekîlê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen têkildarî biryarên kongreya PKK’ê axivî û got ku divê pêvajo li Meclisê bê pêşxistin û hemû partî jê re alîkar bin.
* Ji Şitlên Azadiyê Gulbahar Akman ku li dijî polîtîkayên pişaftinê xebatên xwe yên hunerî didomînin, diyar kir ku divê zarok ji bo ziman bên teşwîqkirin.
* Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li Tuzluçayirê û gelek bajaran bên bibîranîn. (11.00-17.00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Mûşê beşdarî bernameya “Li dijî krîza çandiniyê em bi cotkaran re dicivin” bibe. (13.00) ZINDÎ
* Danişîna doza Ahmet Ozbîlge ku Dunya Ozbîlge qetil kiribû dê li Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê bê lidarxistin. (13.30)